`Jiyana hevbeş û biratiya gelan bingeha dewleta demokratîk a pirreng e`

Di panela ku Nivîsgeha Têkiliyan a MSD`ê li dar xistiye de, hate destnîşankirin ku jiyana hevbeş û biratiya gelan bingeha avakirina dewleta demokratîk a pirreng û ewle ye û hate gotin ku divê bendên lihevkirina 10`ê Adarê û 1`ê Nîsanê bi cih werin.

2 cotmeh, 2025   21:43
HELEB

Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) li hola Lîlûn a taxa Eşrefiye ya Helebê panelek bi dirûşma “Lihevkirinên 10`ê Adarê û 1`ê Nîsanê; ber bi hevbeşiya nîştimanî û xeta komker ve” li dar xist. 

Endam, nûnerên partiya, saziyên sivîl, meclis, kesayetên siyasî yên serbixwe tev li panelê bûn.

Hevseroka Nivîsgeha Têkiliyan a MSD`ê Fatme Al Hesîno panel bi rêve bir û got: “Bi dûrxistin û înkarkirinê Sûriye ava nabe. Sûriye tenê bi hevbeşiya durist û rêveberiyeke komker a ku berjewendiya gelê sûriyeyî di ser her tiştî re digire.”

Hevserokê Meclisa Tenduristiyê ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye Osman Şêx Îsa destnîşan kir ku lihevkirinên 10`ê Adarê û 1`ê nîsanê, ji bo sepandina lihevhatin û hevbeşiya nîştimanî di navbera hêzên sûriyeyî de gavên bingehîn in.

Şêx Îsa wiha domand: “Ev lihevkirin, ne tenê rêkeftinên demkî ne lê belê ji bo ji nû ve avakirina baweriyê di navbera pêkhateyan de û xurtkirina hevbeşiyê di oxira avakirina Sûriyeya nîştimanî ya komker, pirreng û demokratîk de, zemîneke pratîk e.”

Dûre beşdaran nêrînên xwe têkildarî mijara panelê parve kirin û diyar kirin ku divê bendên her du lihevkirinan bi cih werin û bibin lêvegereke nîştimanî.

Bi nêrîna hemû beşdaran, ji bo avakirina Sûriyeya komker û demokratîk, hevbeşî, diyalog, biratiya gelan rêya yekane ne.

Endama rêveber a Nivîsgeha MSD`ê Eyşe Hiso jî got: “Rêveberiya Xweser û QSD`ê pabendî bendên her du lihevkirinan û diyalogê ne. Lê hikumeta veguhêz li gorî ajande û berjewendiyên derve tev digere. Lewma divê hikumeta veguhêz, asta karesata dê bibinpêkirina bendên lihevkirinan, bi ser serî welêt de were baş fêm bike.”

Çalakvanê sivîl Elî Ebdulmecîd diyar kir ku divê dengê gelê Sûriyeyê ji aliyên têkildar re were ragihandin ên ku dikarin rewşa herêmê biguherin, ji bo berjewendiyên gelê Sûriyeyê û dabînkirina yekitiya axa Sûriyeyê û azadiya, bixebitin.

(şx)

ANHA