Jinên ji Tirbespiyê: Em ê Şoreşa Jin Jiyan Azadî xurttir bikin

Jinên ji Tirbespiyê destnîşan kir ku “Em ê berxwedan û şoreşa Jin Jiyan Azadî xurttir bikin û destkeftiyên ku li Rojavayê Kurdistanê hatine bidestxistin biparêzin”.

Jinên ji Tirbespiyê: Em ê Şoreşa Jin Jiyan Azadî xurttir bikin
7 adar, 2026   06:05
QAMIŞLO
EBAS-XELEF

Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, jinên ji Tirbespiyê da zanîn ku ew ê têkoşîn û berxwedana xwe bidomînin.

Ayla Şemûn da zanîn ku jin di nava civakê de xwedî roleke girîng in û dikarin li hember hemû zehmetiyan li ber xwe bidin. Aylayê got: “8`ê Adarê li tevahî jinan pîroz be, hêviya me ew e ku li tevahî cîhanê jin bigihêjin mafê xwe.”

Necat Silêman 8`ê Adarê li dayik û hevjînên şehîdan pîroz kir û got: “Hêviya me ew e ku bi vê boneyê Kurd li her çar aliyên Kurdistanê yekitiya xwe çêkin û bibin yek."  

Necatê destnîşan kir ku wek dayikên şehîdan dê hetanî dawî li pey hêzên xwe bisekinin û piştevaniya wan bikin.

Hediya Şemo da zanîn ku jinên Rojavayê Kurdistanê di pêvajoyeke hesas re derbas dibin lê tevî wê jî ew ê bi felsefeya Jin Jiyan Azadî destkeftiyên şoreşa xwe biparêzin û Roja Jinan a Cîhanê pîroz bikin. Hediyayê bal kişand ser berxwedan jinan a li Rojavayê Kurdistanê û wiha dom kir: “Di nava şorşeşa Rojava de jin pêşeng in û hetanî vê demê jî berxwedana xwe didomînin. Berxwedana jinên Rojava îro bûye mînak ji tevahî jinên cîhanê re ku li hember desthilatdariyê bûye bersiv.”

Hediya Şemo bang li jinên cîhanê kir ku destekê bidin hev û xwedî li 8`ê Adarê derkevin.

ANHA