Ji bo şîrketên Tirk veberhênerên Şamê tên astengkirin

Pîşesaz û veberhênerên Bajarê Pîşesaziyê yê li Adrayê yê Şamê ji ber biryarên betalkirina milkdariya wan ditirsin. Li aliyekî din fikarên li ser rewşa ewlehiyê ya xirab û diziyê zêde dibin. Veberhêner metirsîdar in ku ev gav rê li ber anîna veberhênerên ji bakurê Sûriyeyê û Tirkiyeyê veke.

Ji bo şîrketên Tirk veberhênerên Şamê tên astengkirin
7 adar, 2026   03:05
ŞAM

Rêveberiya Bajarê Pîşesaziyê yê Adrayê yê Şamê biryarnamek ji zêdetirî 400 veberhênerên li bajêr re şand ku di nav de saziyên taybet ên wekî odeyên pîşesazî û bazirganiyê jî hene. Di biryarnameyê de ji wan hatiye xwestin ku ew destûrên avakirinê bistînin an jî nû bikin û di nav 30 rojan de dest bi avakirinê bikin, eger ev yek nebe jî dê milkdariya wan bê betalkirin.

Li gorî çavkaniyên xwecih, vê biryarê di nav bazirgan û pîşesazan de fikar çêkirine. Wan bal kişand ser diziyên dubare û nebûna jîngeheke ewle ji bo veberhênanê, lewma ew newêrin pereyên pir ji bo veberhênanê terxan bikin.

Çavkaniyan got dizî gihaştiya heta binesaziyê, wek tora elektrîkê ya bajêr.

Çend pîşesaz ji ajansa me re axivîn û xwest dawî li van biyaran bînin û destnîşan kir ku dibe armanc ew be ku rê li ber veberhênerên ji Tirkiyeyê û herêmên bakur veke da ku li şûna veberhênerên Sûriyeyê bikevin bajarê pîşesaziyê.

Bajarê Pîşesaziyê yê Adra bi qasî hezar û 250 hektar fireh e. Nêzîkî 600 şîrket li bajêr qeyd bûne û tê payîn ku di nav 2 salan de dest bi hilberînê bikin.

Li gorî çavkaniyan destûr ji şîrketên ji bakurê Sûriyeyê û yên ji Tirkiyeyê te hatiye dayîn. Ji van şîrketan tê xwestin ku tenê ji sedî 5’ê buhayê milkan pêşwext bidin û pereyên mayî di 5 salan de bidin. Hin pîşesaz dibêjin ev hêsankirin ji bo hin şîrketên taybet tê kirin da ku bikevin bajêr.

Li gorî raporan, şîrketên ku tê xwestin bikevin bajêr bi piranî ji herêmên bakur an jî wekîlên veberhênerên dewleta Tirk in.

Bazirgan û pîşesaz li bajarê pîşesaziyê tedbîrên ewlehiyê yên zêdetir dixwazin û diyar dikin dizî û bêaramiya berdewam dikare gelek xwediyên karsaziyan neçar bike ku karên xwe rawestînin.

(k)

ANHA