Jinên ji Dêrikê: Li Sûriyeyê cihê kujerên jinan nîn e

Biryara erkdarkirina kujerê Hevrîn Xelef wek fermandarê yekîneyeke leşkerî ya desthilata Şamê, bû sedema hêrseke berfireh di nav jinan de. Jinan diyar kir ku cihê kujerên jinan di siberoja Sûriyeyê de nemaye û daxwaz kir ku kesên destê wan di xwîna sûriyeyiyan de heye bên cezakirin.

Jinên ji Dêrikê: Li Sûriyeyê cihê kujerên jinan nîn e
8 gulan, 2025   06:17
QAMIŞLO
KELSÛMA ELÎ

Jinên ji bajarê Dêrikê yê kantona Cizîrê biryara destilta Şamê ya erkdarkirina çeteyê bi navê Hatim Ebû Şeqra ku bi kuştina Hevrîn Xelef tê sûcdarkirin wek serkirdeyê Firqeya 86’an, bi tundî şermezar kir. Jinan ev biryar wek “kiryareke li dijî edaletê û binpêkirina aşkera ya mafên mirovan” bi nav kir.

Çeteyê Ebû Şeqra ku bi navê xwe yê rast Ehmed Îhsan Feyad El Hayis tê naskirin, destê wî di tawanên hovane yên li dijî jin û zarokan de heye, her wiha destê wî di kuştina sekretera giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef û ajokarê wê Ferhad Remezan (Cotmeha 2019’an) de heye.

Şemalê Reşîd a ji bajarê Dêrikê der barê mijarê got: "Em qebûl nakin ku kesekî wekî Hatim Ebû Şeqra li Sûriyeyê bibe xwedî desthilatdarî. Ev çete şehîd Hevrîn Xelef qetil kir û di kuştina jinan û serjêkirina zarokan de cih girt. Hebûna wî li ser çi karekî, hemû prensîbên mafên mirovan binpê dike.”

Fatima Yûnis jî ku ji Dêrikê ye got: "Ez wek jineke Kurd qebûl nakim ku qatilekî jinan ji bo serkirdayetiyê were erkdarkirin. Em ê têkoşîna xwe ya ji bo edaletê bidomînin û ji hemû kesên ku destên wan bi xwîna sivîlan de heye, hesab bipirsin. "

Her wiha Dunya Mûsa got: "Ev sûcdar divê hesab bidin, ne ku wan xelat bikin. Cihê wan li dadgehan e, ne di cihên desthilatdariyê de.”

ANHA