Jinên Dirbêsiyê Jîna Emînî bi bîr anîn

Kongra Star a bajarê Dirbêsiyê bi boneya salvegera 2'yemîn a şehadeta Jîna Emînî û serhildana Jin Jiyan Azadî bang li jinan kir ku asta têkoşînê bilind bikin.

Jinên Dirbêsiyê Jîna Emînî bi bîr anîn
Jinên Dirbêsiyê Jîna Emînî bi bîr anîn
Jinên Dirbêsiyê Jîna Emînî bi bîr anîn
Jinên Dirbêsiyê Jîna Emînî bi bîr anîn
Jinên Dirbêsiyê Jîna Emînî bi bîr anîn
18 îlon 2024   23:11
QAMIŞLO

Kongra Star a bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê şehîd Jîna Emînî di salvegera 2'yemîn a şehadeta wê û serhildana ʹJin Jiyan Azadîʹ de li qada Şehîdan bi bîr anî û daxuyaniyek da. Şêniyên bajêr û endamên Kongra Star û sazî û meclis tev li daxuyaniyê bûn.

Piştî pêxistina mûman bi navê Kongra Star daxuyanî ji aliyê hevseroka Meclisa bajarê Dirbêsiyê Raziye Îbrahîm ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de qetilkirina jina ciwan Jîna Emînî bi awayekî hovane ji aliyê desthilata Îranê ve hat şermezarkirin. Her wiha hat diyarkirin ku qetilkirina wê bû sedema destpêkirina serhildana jinan û li seranserî cîhanê belav bû.

Di daxuyaniyê de piştgirî ji bo jinên Îranê yên ku mafên mirovan û azadiyê diparêzin, hat nîşandan.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li tevahî rêxistin û tevgerên jinan ên Sûriye û derveyî wê hat kirin ku destekê bidin serhildanê, asta berxwedan û têkoşînê bilind bikin.

(mh)

ANHA