Jinên Bakur û Rojava serdana waliya Helebceyê kirin
Şandeyek jinên Bakur û Rojavayê Kurdistanê serdana Waliya Helebceyê Nuxşe Nasih kirin.

Şandeyek ji jinên Bakur û Rojavayê Kurdistanê ku ji Hevseroka Şaredariya navçeya Peyas ya Amedê, Hevseroka Şaredariya Qamişlo Bêrîvan Omer, Endamên TJA’yê Hacer Ozdemir, Zekiye Îlbasan û Fatoş Yildiz her wiha Endamên Nûnertiya HDP’ê ya Silêmaniyê Fewziye Şîran û Muslim Kaplan pêkdihat, serdana Waliya Helebceyê Nuxşe Nasih kirin.
Di serdanê de pîrozbahî li Nuxşe Nasih hat kirin ku wek yekem waliya jin a bi wekalet ya Helebceyê ye. Her wiha ji ber parêzgehbûna Helebceyê jî pîrozbahî li xelkê Helebceyê hat kirin.
Di hevdîtinê de her du aliyan di derbarê pêşxistin û zêdekirina hemahengî, hevkarî û peywendiyan de axivîn.
Ev şande bi armanca tevlî 1’emîn Kongreya Hevgirtina NADA bibin ku di navbera 15-17’ê Gulanê de li Silêmaniyê hat lidarxistin, hatine Herêma Kurdistanê ne.