Ji şahiya rizgarkirinê: Rizgarkirina Baxozê xwedî girîngiyek bû

Di şahiya salvegera 5ˊan a rizgarkirina Baxozê de peyaman bal kişand ser girîngiya rizgarkirina wê û tevlêbûna pêkhateyên Dêrazorê li nava Hêzên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê û saziyên Rêveberiya Xweser.

Ji şahiya rizgarkirinê: Rizgarkirina Baxozê xwedî girîngiyek bû
Ji şahiya rizgarkirinê: Rizgarkirina Baxozê xwedî girîngiyek bû
Ji şahiya rizgarkirinê: Rizgarkirina Baxozê xwedî girîngiyek bû
Ji şahiya rizgarkirinê: Rizgarkirina Baxozê xwedî girîngiyek bû
Ji şahiya rizgarkirinê: Rizgarkirina Baxozê xwedî girîngiyek bû
Ji şahiya rizgarkirinê: Rizgarkirina Baxozê xwedî girîngiyek bû
Ji şahiya rizgarkirinê: Rizgarkirina Baxozê xwedî girîngiyek bû
23 adar, 2024   17:08
DÊRAZOR

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi boneya salvegera 5ˊan a rizgarkirina bajarokê Baxozê û têkbirina çeteyên DAIŞˊê şahiyek li dar xist.

Şahî li bîra Omer ya li kantona Dêrazorê hat lidarxistin. Di şahiyê de fermandarên QSDˊê, Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê, şêx û rûspiyên eşîrên Dêrazorê, endamên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantonê û şandeyek ji hêzên Koalîsyona Navneteweyî beşdar bûn.

Li qada şahiyê wêneyên şehîdên QSDˊê, alên QSDˊê, alên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê û pankartên nîşaneya biratiya gelan û nasnameya neteweya demokratîk hatin daliqandin.

Di şahiyê de endamê Fermandariya Giştî ya QSDˊê Luqman Xelîl axivî. Piştî axaftina Xelîl, yek ji fermandarên YPJˊê Bêrîtan salvegera rizgarkirina herêmê ji çeteyan pîroz kir û soza şopandina rêça şehîdan li dijî komployên li ser herêmê da û got rizgarkirina Dêrazorê û bi taybet Baxozê rê ber li xelkê wê vekir ku xwe bi rê ve bibin û xwe di saziyên leşkerî û rêverberî de bi rêxistin bikin.

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrzorê Bihar Teysîr axivî û got: "Em malbatên şehîdan li kêlek hêzên xwe disekin ku rêça şehîdan bişopînin û destkeftiyan biparêzin."

Yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Tirkî El Xelef axivî û got: "Berxwedana hêzên me li dijî DAIŞˊê raber kiriye tevahî cîhanê şoq kir, bi taybet berxwedana li Baxozê."

El Xelef got şerê Baxozê girîng bû û girîngiya wê jî ew e ku cihê dawî yê têkbirina çeteyên DAIŞˊê bû.

Merasîm bi silavdayîna fermandarên QSDˊê û hêzên Koalîsyona Navneteweyî û beşdaran bi dawî bû.

(fr)

ANHA