Ji Kongra Star banga "Destê xwe bidin jinên Hîndîstanê"

Meclisa Kongra Star piştgirî da têkoşîna jinên Hîndîstanî û diyar kir ku piştgiriya ku îro jin didin hevdû wê têkoşînê bigihîne serkeftinê. 

Ji Kongra Star banga "Destê xwe bidin jinên Hîndîstanê"
19 tebax 2024   09:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Kongra Star der barî tacawuz û qetilkirina jina bijîşk a li Hîndîstanê û têkoşîna jinên Hîndîstanê ya li dijî qetilkirin û tundiya li ser jinan daxuyaniyek nivîskî weşand.

’TÊKOŞÎNA JİNAN SÎNORAN NAS NAKE’

Di daxuyaniyê de hate gotin," Pergala zilamê desthilatdar û êrişkar  bi hezar salane,  hemû qadên  jiyanê li jinê girtiye, bi zihniyeta zayendperest azadiya jinê tune dike, koledariyê bi xwe re dihilberîne. Zayendperstiya zilam  civak hemû xistiye bin qeyd û bendên koledariyê. Li  hember jina zana û azadîxwaz  ku dixwaze dîwarên koledarîyê bişkîne û hebûna xwe pêk bîne jî êrişên  herî hovane pêk tîne. Zext û zordariya zilamê desthilatdar ne tenê li ser bedena jin lê li ser hemû hebûna jin pêk tên. "

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li hemberî pêkanîn û êrişên zilam ên li ser jinan jî tu car têkoşîna jina azad neseknîye û wiha hat domandin: " Her ku zext û erişên zilamê desthilatdar û zayendperest  mezin dibin têkoşîna jinan a jiyanek azad jî  mezin dibe û sînoran derbas dike. "

’DIVÊ JIN HEMÛ BIBIN YEK’

Di daxuyaniyê hate êrişa li ser bijîşka li Hîndîstanê wekî êrişa li ser tevahî jinan hat pênasekirin û hate gotin: "Li bajarê Kolkata yê  Hîndistanê ya jinek bû qurbanê  hovîtî û êrişên zilam. Jina ciwan a doktor ku têkoşîna rizgarkirina  jiyana mirovan dike, ji aliyên zilaman ve hat êrîşkirin, tecawuzkirin û piştra jî hat qetilkirin. Ev êriş ne tenê li hember jina ciwan a Kolkatayê pêk hatiye, li hember hemû jinan pêk hatiye. Divê jin hemû xwe bikin yek da ku cîhanê ji jinê re bikin cihekî azad û ewle. Çawa ku êşa jinê sînoran derbas dike, têkoşîna wê jî sînoran derbas dike. Felsefeya Jin Jiyan Azadî ku bi salane têkoşîna Jina Kurd a  azadiyê ronî dike bû cisreke azadiyê ku jinan  û têkoşîna wan a azadîyê digîhîne hevdû.

’TÊKOŞÎNA JINAN WÊ DESTHILATDARİYA ZİLAM TÊK BIBE Û CÎHANEK AZAD AVA BIKE’

Ji Zîlanan heta Sakîne Cansizan, ji  Zeynep Celalîyan heta Jîna Amînî, ji jina Kurd heta Jina Hîndîstanî têkoşîna jinê li derdor xwe kom dike û rêxistin dike. Jina rêxistinkirî, jina bi hêz e. Têkoşîna jin a rêxistinkirî wê desthilatdariya zilam têk bibe û cîhanek azad ji jinan re ava bike. Jin dîwarên koledarîyê qebûl nake û li hember zor û zextan li ber xwe dide.  Îro dengê jinan ji çar aliyê cîhanê bi silogana “Jin Jiyan Azadî” bilin dibe. Têkoşîna azadiyê ya jinên cîhanê îro ji her dem zêdetir  rêxistinkirî ye. Piştgiriya ku îro jin didin hevdû wê têkoşînê bigihîne serkeftinê."

’EM PIŞTGIRİYÊ BIDIN!’

 Di daxuyaniyê de êrişa li Hîndîstanê ya li jina doktor hat şermezarkirin û wiha hate gotin: "Destê xwe didin destê jinên Hîndîstanê û hemû jinên cîhanê ku ji bo azadiya xwe têkoşîn dikin. Bi hêz û tecrubeya ku em bi salane di nava Şoreşa Rojava de û bi giştî têkoşîna azadiya jina Kurd û gelê Kurd me bi dest xistiye, em ê heta dawî li hember pergala desthilatdar û zilamê desthilatdar têkoşîn bikin. Ji bo li her aliyên cîhanê têkoşîna jina azad mezin bibe û bigihîje serkeftinê em ê pişgiriyê bikin û di vê têkoşînê de li gel jinan bin. Jin, Jiyan, Azadî"

(bb)