Ji bo şehîd Rêzan Silêman taziye tê qebûlkirin

Di merasîma sersaxiyê ya şehîd Rêzan Silêman de soza domandina rêya şehîdan hate dayîn.

21 sibat, 2025   14:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Rêzan Behcet Silêman ê 18’ê Sibatê dema erka xwe bi cih dianî şehîd bûbû, konê sersaxiyê hat vedan. Şêniyên bajarê Qamişlo, endamên saziyên civaka sivîl, rûspiyên eşîran, partiyên siyasî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSD’ê herikîn bin kon.

Di bin kon de merasîmek hat lidarxistin. Piştî deqeya rêzgirtinê, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Şêro Şero sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got dê heya pêkanîna xeyalên şehîdan şopdarên rêya wan bin.

Şêro Şero bi domdarî got: "Ji 14 salan ve gelê me ji bo azadî û rûmetê tê dikoşe û di vê rêyê de bi hezaran şehîd dane. Em di hemû mercan de şer dikin, em serî ji êriş û astengiyan re natewînin. Şehadet rêya me ye, em ji bo hebûna xwe şer dikin."

Şero di dewama axaftina xwe de diyar kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker şikandina vîna gelê Kurd e ku hebûna vî gelî wekî gefekê dibîne.

Şêro Şero her wiha got: "Serdema rejîma Baasê ya ku bi dehên salan fesadî û zilm dikir, qediya. Pêdiviya me bi pergaleke nû ye ku xizmeta tevahiya gelê Sûriyeyê bike û sînorê welat ji dagirker û çeteyan biparêze heye."

Şêro Şero qala berxwedana QSD’ê jî kir û got: "QSD ji bo parastina yekitiya xaka Sûriyeyê şer dike. QSD li şûna tevahiya gelê Sûriyeyê şer dike da ku nasname û sînorê welat biparêze. Em ê rê nedin dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ku bi qedera gelê me bilîzin û xaka vî welatî qirêj bikin."

Bi navê hêzên leşkerî Nezîr Sofî jî soza domandina têkoşînê da û ev li gotinên xwe zêde kir: "Ji têkoşîna Şêx Seîd û Qazî Mihemed heya lehengiya şervanên me dîrok xwe dubare dike. Lê vê carê wê dagirker têk biçe. Her kes li bendava peyama Rêber Abdullah Ocalan e ku çareserî ji pirsgirêkên Rojhilata Navîn re danîne."

Nezîr Sofî anî ziman ku çawa li Kobanê, Til Koçer, Reqa, Tebqa û Dêrazor şer bi dawî bû, wê li Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê jî şer bi dawî bibe û aştî û aramî li her deverê belav bibe.

Sersaxiya ji malbata şehîd Rêzan re dê heya danê êvarê dewam bike.

(bb)

ANHA