Ji bo şehîd Egîd Kobanê merasîmê sersaxiyê

Ji bo gerîlayê HPG′ê şehîd Egîd Kobanê (Mehmûd Îbrahîm) konê sersaxiyê li Minbicê hat vedan.

Ji bo şehîd Egîd Kobanê merasîmê sersaxiyê
Ji bo şehîd Egîd Kobanê merasîmê sersaxiyê
Ji bo şehîd Egîd Kobanê merasîmê sersaxiyê
Ji bo şehîd Egîd Kobanê merasîmê sersaxiyê
Ji bo şehîd Egîd Kobanê merasîmê sersaxiyê
Ji bo şehîd Egîd Kobanê merasîmê sersaxiyê
Ji bo şehîd Egîd Kobanê merasîmê sersaxiyê
24 mijdar, 2023   17:06
MINBICÊ

Ji bo gerîlayê HPG′ê Egîd Kobanê (Mehmûd Îbrahîm) yê 20′ê Mijdara îsal li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû, konê sersaxiyê li nêzî dibistana Xesaniyê ya li bajarê Minbicê hat vedan.

Bi sedan şêniyên Minbicê herikîn bin kon û merasîmek hat lidarxistin. Di merasîmê de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê Rebîh Îzedîn El Hemade û got, şehîdê leheng Egîd soz da, soza xwe bi cih anî û canê xwe ji bo gel û welatê xwe feda kir.

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş bi navê malbata şehîd Egîd axivî û got: "Me bi serbilindî û serferazî agahiyên şehadeta kurê xwe yê vê malbatê ya ku ked da û hîna jî dide, bihîst. ′′

Derwîş di dewama axaftina xwe de soza domandina xeta şehîd da û got: "Dijmin û çavbirçî çiqasî şerê xwe li dijî gelî vî welatê zêde bidin hingî bersiva me zelal e, bersiva me mîna bersiva şehîd Egîd Kobanê e. Bi navê malbata şehîda em careke din soz didin; her çiqasî dijminê nemerd bixwaze îradeya vî gelî têk bibe, wê bersiva me mîna bersiva kurê me yê şehîd be."

Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Dunya Bekir wesîqeya şehadetê xwend û radestî malbata şehîd kir.

Merasîm bi dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

(bb)

ANHA