Ji bo penaber derbasî Sûriyeyê bibin divê 100 dolarî bidin hikumeta Şamê

Di raporên çapemeniyê de hat aşkerakirin ku bi sedan penaberên Sûriyeyê yên li Lubnanê ku ji herêmên başûrê Lubnanê koçber bûne li ser sînorê Lubnan û Sûriyeyê li bendê ne derbasî Sûriyeyê bibin. Hikumeta Şamê jî ji bo derbasbûnê şertê dayîna 100 dolarî daye.

Ji bo penaber derbasî Sûriyeyê bibin divê 100 dolarî bidin hikumeta Şamê
25 îlon, 2024   18:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Li hember rewşên heyî û êşên penaberên Sûriyeyî yên li Lubnanê, diviyabû hikumeta Şamê derbasbûna sûriyeyiyan hêsan bikira û bêyî tu berdêlî bihişta vegerin welatê xwe.

Lê hikumeta Şamê, bi tedbîreke dûrî mirovahiyê û bêyî ku rewşa penaberan di ber çavan re bigire, li penaberên Sûriyeyê yên li Lubnanê ku dixwazin vegerin welatê xwe 100 dolar ferz kiriye.

Li gorî raporên çapemeniyê gelek penaberên Sûriyeyî li ser sînorê Lubnan û Sûriyeyê di nuqteya Cidêdt Yabos de asê mane û li ser astengiya hikumeta Şamê bi gazin in. Hikumeta Şamê li hember derbasbûna her welatiyekî/ê bo xaka Sûriyeyê 100 dolarî dike.

Di raporan de hat gotin welatiyan diyar kir ku hîna gelek malbat hene, ji ber ku nikarin pereyên tên xwestin bidin li ser sînor in. Di heman demê de jî welatiyên ji nasnameyên dîtir bêyî tu şertan derbas dibin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di 48 saetên borî de 62 Sûriyeyî di nav de 11 jin û 18 zarok di derbeyên Îsraîlê yên li gelek herêmên Lubnanê de hatine qetilkirin.

Têkildarî mijarê, nûnerê Rêveberiya Xweser li Lubnanê Ebduselam Ehmed di daxuyaniyekê de ji ajansa me re gotibû: "Wek tê zanîn ji ber şerê li başûrê Lubnanê rewş ji salekê ve ne ewle ye. Bi hezaran penaberên sûriyeyî di nav de jî xelkê Rojava, Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Lubnanê ne."

Ehmed diyar kiribû ku beriya demekê wan agahî dabû penaberên sûriyeyî yên ji Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ji wir derkevin, ji ber ku dê şer fireh bibe.

Ehmed anîbû ziman ku nûnertiya Rêveberiya Xweser li Lubnanê komîteyek ku erka wê piştgiriyê bide penaberên ji Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava kiribû. Her wiha nûnertiyê komîte ji bo koordînakirina kar û barên penaberên vedigerin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî ava kiribû.

Hêjayî bibîrxistinê ye hejmara penaberên sûriyeyî yên li Lubnanê 2 milyonan derbas dike.

(fr)