Fermandariya QSDʹê bi meclisên leşkerî re civiya

Fermandariya Giştî ya QSDʹê bi meclisên leşkerî yên li ʹHerem El Cizîrêʹ û herêmên wê re civiya. Di civînê de rêxistinên leşkerî û amadekariyên hêzan li dijî êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin nîqaşkirin.

Fermandariya QSDʹê bi meclisên leşkerî re civiya
25 îlon, 2024   18:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk bi fermandariya ʹHerem El Cizîrêʹ, fermandarên meclisên leşkerî yên Hesekê, Hol, Qamişlo, Tirbespiyê û Dêrikê re civînekê li dar xist.

Li gorî Navenda Ragihandinê ya QSDʹê, di çarçoveya civînên dorveger ku Fermandariya Giştî bi meclisên leşkerî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re li dar dixe de ev civîn hat organîzekirin.

Navendê diyar kir ku di civînê de Fermandarê Giştî Mezlûm Ebdî, endamê Meclisa Fermandariya Giştî Mehmûd Berxwedan beşdar bûn.

Di destpêkê de Mezlûm Ebdî rewşa siyasî û leşkerî li herêmê şîrove kir. Ebdî di şîrovekirinê de bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker û têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞʹê.

Her wiha Ebdî bandor û armanca êrişên rejîma Sûriyeyê û çekdarên wê yên li dijî herêmên Dêrazorê şîrove kirin û got ew yek bi hewldanên derxistina fitneyê di nava pêkhateyên herêmê de bûn. Lê rejîma Sûriyeyê di vê yekê de bi bin ket.

Di civînê de behsa çalakiyên leşkerî, rêxistinî û amadekariyên QSDʹê li dijî êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat kirin.

Her wiha Fermandariya Giştî kêmasiyên di xebatên meclisan de nirxandin û got divê ew yek bi rêbazên pratîkî û birêxistinkirî werin derbaskirin.

Ji aliyê xwe ve, endamên meclisên leşkerî û fermandarên wan raporên xwe pêşkêş kirin. Her wiha amadekariyên xwe yên leşkerî û rêxistinî li pêş fermandariya giştî aşkera kirin û diyar kir ku ew ê bi wefadarî û ruhê welatparêziyê erkên xwe berdewam bikin, xelkê herêmê û yekitiya civakê biparêzin.

(fr)