Ji ber sermayê dibistan 3 rojan nayên vekirin

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Cizîrê ragihand ku ji ber pêla sermayê dibistan 3 rojan tên girtin.

Ji ber sermayê dibistan 3 rojan nayên vekirin
23 sibat, 2025   09:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Cizîrê der barê mijarê de biryarek da.

Di biryarê de hatiye gotin, ji ber pêla sermayê û ji bo parastina tenduristiya xwendekaran li tevahiya dibistanên kantonê dibistan rojên yekşem, duşem û sêşemê tên girtin.

Deriyên dibistana ji îro ve (Yekşem 23 Sibat) tên girtin.

(bb)

ANHA