Ji ber êrişan ceyrana Kobanê, Eyn Îsa û 660 gundan qut bû

Rêveberiya Kantona Firatê diyar kir di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker ku li dijî stasyonên kehrebeyê (ceyranê) yên bajarê Kobanê û Eyn Îsayê pêk hatin de, kehrebeya herdu bajaran û 660 gundên wan qut bûye.

Ji ber êrişan ceyrana Kobanê, Eyn Îsa û 660 gundan qut bû
14 ÇILE 2024   19:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîsgeha Enerjiyê ya Kantona Firatê tekildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ku îro li ser herêmên Kobanê û Eyn Îsa pêk hatine daxuyaniyek belav kir. 

Di daxuyaniya ku li ser malpera înternetê ya nivîsgehê hat weşandin de hat bibîrxistin ku dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li dijî gund, bajarok, saziyên sivîl û binesaziya herêmê didomîne.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku îro (14 çile 2024) jî stasyonên kehrebeyê yên Eyn Îsa û Kobanê hatine topbarankirin, di encama êrişan de herdu stasyon bi temamî ji xizmetê derketine, lewma herdu bajar û 660 gundên girêdayî wan bê kehrebe mane.

(mh/a)

ANHA