Ji ber dorpêça li ser Siwêdayê çalakvanekê jiyana xwe ji dest da

Ji ber dorpêça li ser Siwêdayê çalakvan Şehîra Feyad El Terdawî Ezam jiyana xwe ji dest da.

Ji ber dorpêça li ser Siwêdayê çalakvanekê jiyana xwe ji dest da
11 tebax, 2025   15:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa NÛJINHA ragihand ku îro ji ber dorpêça hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ya li ser parêzgeha Siwêdayê, çalakvana jin Şehîra Feyad El Terdawî Ezam a ji bajaroka Erîqa ya Siwêdayê jiyana xwe ji dest daye. 

Li gorî NÛJINHA’yê Şehîra Feyad El Terdawî Ezam nexweşa penceşêrê bû û pêwîstiya wê bi dermanan hebû, lê ji ber dorpêçê derman negihaştinê û ev jî bû sedema wefata wê.

Şehîra Feyad El Terdawî Ezam çalakvaneke di xwepêşandanên li Siwêdayê de wekî yek ji dengên azad dihat naskirin.

BANDORA DORPÊÇÊ GIRAN DIBE

Li aliyê din rewşa li Siwêdayê ji ber dorpêçê gelekî dijwar bûye, derman û pêwîstiyên tenduristî pir kêm bûne. Ev jî bûye sedem ku nexweşxane nexebitin. Ji ber wê jî heta niha gelek şêniyên Siwêdayê jiyana xwe ji dest daye.

Hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bi dorpêça li ser Siwêdayê dixwaze bajar û gundên wê bi birçîbûnê teslîm bigire. Ji ber wê jî rê nade sotemenî derbas bibe. Ev jî dibe sedema stasyonên avê rawestin û welatî bê av bimînin. Di heman demê de derbasbûna madeyên jiyanî û xwarinê asteng dike. Çavkaniyên ji Siwêdayê dibêjin hikumeta veguhêz a Şamê bi vê yekê Siwêdayê ceza dike.

(dc)