Ji ber bermahiyên şer 52 kesan jiyana xwe ji dest da

Li Sûriyeyê di meha Gulanê de 52 kesan ji ber bermahiyên şer jiyana xwe ji dest da û 70 kes jî birîndar bûn.

Ji ber bermahiyên şer 52 kesan jiyana xwe ji dest da
1 hezîran, 2025   10:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Li goîr Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR)  li Sûriyeyê di meha Gulana borî 2 jin û 23 zarok di nav de 52 kesan ji ber bermahiyên şer jiyana xwe ji dest dan, her wiha 70 kes jî birîndar bûn.

SOHR’ê der barê mijarê de da zanîn  ku li herêmên desthilata Şamê jinek û 13 zarok di nav de 34 sivîlan jiyana xwe ji dest da, 18 jê zarok 48 kes jî birîndar bû. Li herêmên Rêveberiya Xweser, jinek û 5 zarok di nav de 9 kesan jiyana xwe ji dest dan, her wiha 2 jin û 8 zarok di nav de, 16 kes birîndar bûne.

Li herêmên di bin dagirkeriya çeteyên dewleta Tirk a dagirker jî 5 jê zarok 9 kesan jiyana xwe ji dest dan û zarokek keçîn jî di nav de 6 kes birîndar bûn.

(bb)