HRW: Desthilata Sûriyeyê karê mirovahî asteng dike

Human Rights Watch diyar kir ku desthilata Şamê kiryarên serdema Baasê dubare dike û xebatên mirovî sînordar dike.

HRW: Desthilata Sûriyeyê karê mirovahî asteng dike
12 gulan, 2025   10:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan a Navneteweyî (Human Rights Watch) di raporekê de bal kişand ser kiryarên desthilata Şamê. 

Human Rights Watch (HRW) di raporê de destnîşan kir ku hikumeta pêvajoya derbasbûnê ya Şamê bi rêya şertên tomarkirinê yên tund û kiryarên burokratîk karê rêxistinên alîkariyê asteng dike.

HRW’ê da zanîn ku tevî soza wan a hevkariyê jî  lê desthilat sîstemên ku di serdema El Esed de hatibûn ferzkirin dûbare dike. HRW’ê her wiha destnîşan kir ku desthilata Şamê alîkarî xist xizmeta siyasetê û rêxistinên mirovî bi saziyên hikûmetê ve girêdaye.

HRW’ê bal kişand ser vê yekê ku perspektîfên nû rêxistinan neçar dikin ku di bin çavdêriya hevkarek xwecihî  de bixebitin û ev bêalîbûna xebata alîkariyê têk dibe.

Cîgirê rêveberê HRW yê Rojhilata Navîn Adam Coogle got, "Ev derfetek e ji bo hilweşandina pergala ku demek dirêj xebata mirovahî ya serbixwe asteng kiriye. Divê hikumet qedexeyan rake ne ji nû ve wan bisepîne. "

Human Rights Watch bang li desthilatên Şamê kir ku astengiyên îdarî rakin û gihandina alîkarîya bêalî mîsoger bikin.

(k)