HRW: Daxwaza edaletê li Sûriyeyê nebe cezayê komî yê hindikahiyan

HRWˊê hişyarî da ku "daxwaza dadê li Sûriyeyê" dibe ku bibe "cezayê komî yê hindikahiyan" û bang li hesabpirsînê ji sûcdarên sûcên tundiyê, parastina girtiyan û danîna çarçoveyeke qanûnî ya zelal ji bo edaleta pêvajoya veguhêz kir.

HRW: Daxwaza edaletê li Sûriyeyê nebe cezayê komî yê hindikahiyan
23 hezîran, 2026   19:52
NAVENDA NÛÇEYAN

HRWˊê têkildarî xetereya veguherîna daxwaza dadê li Sûriyeyê bo "kiryarên tolhildan û cezayê komî yê ku li dijî hindikahiyan têne armancgirtin" hişyarî da û bang li "desthilatdarên Sûriyeyê" kir ku çarçoveyeke qanûnî ya zelal saz bikin ku hesabpirsîn li gorî pîvanên edaletê û serweriya qanûnê be.

Rêxistinê di daxuyaniya xwe ya îro de diyar kir ku "protestoyên ku di meha Hezîranê de li gelek parêzgehên Sûriyeyê hatin dîtin, di nav de şîdet û teşwîqkirina nefretê ya li ser bingeha nasnameyê hebûn. Li kêlek wê jî destdirêjî li kesan, mal û milkên xelkên li Şamê û Idlibê hatin kirin, kesên bi tawana girêdayî rejîma berê ne hatin hedefgirtin û kuştin."

Rêxistinê bang li "desthilatdaran" kir ku "zû lêkolînê li ser hemû binpêkirinan bikin, girtiyan ji kiryarên dadweriya gel biparêzin û dadgehên dadmend û serbixwe misoger bikin."

Rêxistinê bal kişand li ser girîngiya tevlêbûna rêxistinên civaka sivîl û qurbaniyan di rêvebirina edaleta pêvajoya veguhêz de û xurtkirina baweriya gel bi saziyên dadgehî re ji bo çareserkirina tawan û binpêkirinên ku di salên şer de hatine kirin.

Lêkolînera rêxistinê, Hîba Ziyadîn diyar kir ku mafê Sûriyeyiyan heye ku daxwaza dadê bikin, lê divê ev yek nebe armancgirtina kes an komên li ser bingeha ol an nasnameya civakî. Hîba hişyarî da ku tevlihevbûna dadê bi tolhildanê re dê bibe sedema qurbaniyên nû û hewldanên hesabpirsînê asteng bike."

(fr)