HPG: Helîkopterekê hat Derb kirin, 2 dagirker hatin cezakirin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku li Metînayê 2 dagirker hatin cezakirin, li Avaşînê jî derb li helîkopterekê hate xistin.
![HPG: Helîkopterekê hat Derb kirin, 2 dagirker hatin cezakirin](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202405/image_870x_6659a0935d48e.jpg)
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyêkî ragihand ku li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hêzên gerîla li dagirkeran xistin ku dixwestin bi pêş ve biçin û liv û tevgera wan hate rawestandin. Li Metînayê 2 dagirker bi çekên ferdî hatin cezakirin, li Avaşînê jî ji du baskan ve derb li helîkopterekê hate xistin.
Daxuyanî bi vî rengî ye:
"Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;
29'ê Gulanê saet di 09:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin ku dixwestin bi pêş ve biçin û liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.
29'ê Gulanê saet di 06:45'an li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin, derb li çeperekê hate xistin.
29'ê Gulanê saet di 09:30'î de li Qada Berxwedanê ya Gire Amediyê li dijî dagirkerên ku dixwestin bi pêş ve biçin bi sabotajê çalakî hate kirin, liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.
Li Herêma Metînayê;
30'ê Gulanê li qada Enîşkê bi çekên ferdî li dagirkeran hate xistin, 2 dagirker hatin cezakirin.
Li Herêma Avaşînê;
28'ê Gulanê saet di 12:30'î de ji du baskan ve li helîkopterekê hate xistin. Helîkoptera ku derb xwar neçar ma ji qadê biçe.
Êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;
29'ê Gulanê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê 8 caran bi gazên kîmyewî yên bi jehr û 3 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
29'ê Gulanê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî tunelên me 8 caran bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin.
Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker;
29 û 30'ê Gulanê li herêma Qendîlê qada Balayanê carekê, li herêma Garê qadên Dêreşê, Deşta Kafya, Gûzê, Zengilê 7 caran, li herêma Xakurkê qada Xinêrê ya Jor carekê, li herêma Metînayê qadên berxwedanê yên Serê Metîna, Bêşîlî, Dergelê 4 caran, li herêma Şehîd Delîl a Zapê qada berxwedanê ya Girê Baharê carekê; bi giştî 14 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
28 û 29'ê Gulanê li herêma Metînayê qadên berxwedanê yên Golka û Dergelê, li herêma Xakurkê qadên Lolan, Kolît û Girê Şehîd Şerîf bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin."