HPC`ê jî tev li pêngava cîhanê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan bû

HPC`ê ya Hesekê ragihand ku ew jî tev li pêngava cîhanê "Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka kurdî re çareseriya siyasî" bû.

HPC`ê jî tev li pêngava cîhanê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan bû
HPC`ê jî tev li pêngava cîhanê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan bû
HPC`ê jî tev li pêngava cîhanê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan bû
HPC`ê jî tev li pêngava cîhanê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan bû
24 cotmeh 2023   16:38
HESEKÊ

Bi sedan endamên Hêzên Parastina Civakî (HPC) ya Hesekê û navçeyên wê li qada El Suryan a taxa El Nasra ya bajêr kom bûn û bi daxuyaniyekê ragihandin ku ew tev li pêngava cîhanê ya ku di 10`ê Cotmehê de bi dirûşma "Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" dest pê kiriye.

Endama Rêveberiya HPC-Jin a Hesekê Minewer Yusif daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Hêza me li ser fikrê Rêberê mirovahiyê Abdullah Ocalan û ji keç û xortên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava bûye. Em piştgiriya pêngava azadiyê dikin. Careke din bi bîr dixin ku dê erkên xwe di parastina herêmê û gelê xwe de ji êriş û komployan bînin cih. Em dê li ser xeta rêberê xwe bin ta ku serkeftin bi dest bixin û jiyaneke azad ava bikin. Ji ber wê û ji bo ku em mirovahiyê ji zulm û sîtemkariyê biparêzin divê em bi yek dengî azadî û demokrasî ji gelê herêmê û cîhanê re bang bikin.

Dem dema azadiya Rêber Abdullah Ocalan e. Divê em bi hev re bi ruhê şerê gel ê şoreşgerî tev li pêngava `Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî` bibin û bi hev re pêşerojeke azad ji tevahî mirovahiyê re ava bikin."

(şx)

ANHA