Hîlala Zêrîn qetilkirina Diyala El Wadî şermezar kir

Tevgera Hîlala Zêrîn a Reqayê qetilkirina hunermend Diyala El Wadî li mala wê ya li Şamê, şermezar kir.

Hîlala Zêrîn qetilkirina Diyala El Wadî şermezar kir
Hîlala Zêrîn qetilkirina Diyala El Wadî şermezar kir
Hîlala Zêrîn qetilkirina Diyala El Wadî şermezar kir
Hîlala Zêrîn qetilkirina Diyala El Wadî şermezar kir
Hîlala Zêrîn qetilkirina Diyala El Wadî şermezar kir
Hîlala Zêrîn qetilkirina Diyala El Wadî şermezar kir
Hîlala Zêrîn qetilkirina Diyala El Wadî şermezar kir
6 tebax, 2025   12:23
REQA

Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan a kantona Reqayê li pêş Navenda Çandê ya Reqayê bi amadebûna jinên ciwan û xwendekaran daxuyaniyek der barê qetilkirina hunermend Diyala Sulhî El Wadî da. Endama rêveber Semer Cuma daxuyanî xwend.

Tevgerê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ev bûyer asta tevliheviya ewlehî û zehmetiyên ku welatî li Sûriyeyê dikişînin nîşan dide, ev sûc di kolanan de sînordar neman, heta derbasî malan jî bûn.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hunermend Diyala keça muzîkjenê koçkirî Sulhî El Wadî yê damezirînerê Peymangeha Bilind a Muzîkê ya Şamê ye.

Tevgerê destnîşan kir ku ev sûc dikevin çarçoveya sûcên hovane yên li dijî zarokan û hunerê, wekî qetilkirina Tala Şofî û Xêna Hîlal û zarokên li perava Sûriyeyê.

Di dawiya daxuyaniyê de tevgerê diyar kir "Em ê lêdana li ser awaza jiyanê bidomînin û ji Yasmînê re bistêrin heta di her bihosteke xaka me de dipişkuve. Ji ber ku destê amûran lê dide nakuje."

Di 3ˊyê Tebaxê de hunermend Diyala Sulhî El Wadî li mala wê ya taxa Malikî ya Şamê kuştî hatibû dîtin.

(fr)

ANHA