Hikumeta Şamê qada dermanan kiriye cihê bazirganiyê

Hikumeta Şamê ku qada tenduristiyê veguheriye qadeke bazirganiyê, pêdiviyên civakê yên dermanan paşguh dike û bi hinardêkirinê hewl dide xwe ji cezayên navneteweyî rizgar bike.

Hikumeta Şamê qada dermanan kiriye cihê bazirganiyê
Hikumeta Şamê qada dermanan kiriye cihê bazirganiyê
Hikumeta Şamê qada dermanan kiriye cihê bazirganiyê
Hikumeta Şamê qada dermanan kiriye cihê bazirganiyê
Hikumeta Şamê qada dermanan kiriye cihê bazirganiyê
Hikumeta Şamê qada dermanan kiriye cihê bazirganiyê
14 cotmeh, 2024   05:10
HELEB
XEYS ŞEMSEDÎN

Li Sûriyeyê tevî ku 87 kargehên dermanan hene, lê li piraniya sûkên xwecih dermanên antîbiyotîk, tansyonê, şekir û sermayê peyda nabin. Eger peyda bibin jî gelekî buha tên firotin. 

Li gorî çavkaniyan, sedema nebûna van cûreyan jî ew e ku hikumeta Şamê wan difroşe Iraq û Lubnanê.

Heman çavkaniyan destnîşan kir ku hikumeta Şamê bi hinardekirina dermanan  hewl dide bandorên pêkanînên ˈQanûna Qeyserˈ û qanûna ˈDijî Keptagonêˈ yên ku hêzên rojavayî û DYAˈyê li wê biriye, kêm bike û xezîneya xwe pê dagire.

Li gorî heman çavkaniyan, tora hinardekirina dermanan ên nefermî, ji bazirganiyên girêdayî hikumeta Şamê pêk tên. Ev tor, bi rêya deriyên sînor ên di bin kontrola hikumeta Şamê de weke Bû Kemalê yê bi Iraqê re û deriyê El Mesne yê bi Lubnanê re tên hinardekirin.

Pêdiviyên sûkên her du welatan li ser hesabê sûka xwecih tên peydakirin. Mirov dikare bêje ku hikumeta Şamê bi vê gavê hewl dide xwe ji cezayên navneteweyî bide alî.

Tebaxa 2023`yan Beşar El Esed di hevdîtinekê li gel telefizyonê de gotibû: "Qanûna Qeyser, kelem e. Lê me bi rê û rêbazên cuda ew derbas kir. Kelema herî mezin wêrankirina binesaziyê ji aliyê terorîstan ve ye."

PÊKANÎNÊN QEYSER DERMANAN DI NAV XWE DE NAGIRIN

Hikumeta Şamê hewl dide piraniya pirsgirêkên li welêt bi cezayên rojavayî ve girê bide. Lê piştî lêkolînkirina qanûna Qeyser, diyar bû ku di qanûnê de, derman û madeyên xwarinê nehatiye qedexekirin.

Li gorî çavdêran, şîrketên biyanî bi fikar in ku madeyên pêşîn ên dermanan hinardeyî Sûriyeyê bikin ku di encamê de rûbirûyî qanûnên hişk bimînin. Ji ber ku hikumeta Şamê wan madeyên pêşîn di çêkirina hebên keptagon ên hişbir de bi kar tîne. Lewma ew şîrket destpêkê daxwazname ji Wezareta Gencîneyê ya Amerîkayê pêşkêş dikin da ku destûrê bibin ku madeyên ne qedexekirî û ceza li ser tune ne, hinarde bikin. Ji lew re şîrkertên dermanan ên Sûriyeyê zehmetiyên peydakirina madeyên pêşîn dikişînin.

Herî zêde Îran, Çîn û Hindistanê madeyên pêşîn ji hikumeta Şamê re peyda dikin.

TEDBÎRÊN NEKÊRHATÎ YÊN SIVIKKIRINA ENCAMÊN KOÇBERBÛNA ZANYARAN

(C.B) dermanfiroşek ji bajarê Helebê nexwest navê xwe aşkera bike got ew difikire dermanxaneya xwe bifiroşe û koçber bibe. Sedema vê yekê jî wiha şîrove kir "Firotin kêm dibe, şênî nikarin dermanan bikirin û gelek cure peyda nabin. Daxwaza kêm jî, zirarên mezin li dermanfiroşan dike ku neçar dibin dermanên nehatine firotin û dema wan boriye telef bikin."

Li gorî (C.B.) di encama vê rewşê de gelek sûriyeyî serî li şînatiyan dane ji ber ku erzan in.

Hikumeta Şamê kanûna 2023`yan bi sedî 100 buhaya dermanan zêde kir. Ev jî barên welatiyan girantir kir ku encax mehaneya wan têre raçêteyekê bike yan jî têrê neke.

Hikumeta Şamê şert û mercên vekirina dermanxaneyan li welêt, sivik kirin. Dûrahiya di navbera wan de ji 75 metreyan daxist 50 metreyî, nemze ku dermanfiroş dixwazin dermanxaneyên xwe li nêzî nexweşxane û navendên tenduristiyê vekin.

ZIRARÊN QADA DERMANAN

Li gorî daneyên fermi, ji ber cezayên derve hinarteyên kargehên dermanan paş ketiye û li gorî 2010`an tenê ji sedî 10 e. Beriya 2011`an 44 dewletan derman ji welêt dikirî, lê niha tenê 10 dewlet mane. Di encamê de zirarên vê qadê salane 200 milyon dolar derbas kir. 

Cezayên navneteweyî û derketina şîrketên biyanî ji Sûriyeyê û kişandina ruxseta zêdetirî 58 dermanan, bi awayekî neyînî bandor li qada dermanan kir.   

Li beramberî wê, şebeyeke derketiye ku dermanan sextet diderketiye ku bi salan e dermanên hesas sexte dike. Bi gelemperî dermanên kanserê ne. Ev tore van dermanan weke ku biyanî ne, difiroşe dermanfiroşa.

Li gorî daxuyaniyên wezîrê tenduristiyê yê hikumeta Şamê yê berê Hesen El Xebaş, ji sedî 65 dermanên nexweşiyên giran li Sûriyeyê peyda dibin û ji sedî 35 tune ye.

Tê bi bîrxistin ku piştî dorpêça 4 mehan a ji aliyê hikumeta Şamê ve, di depoyên dermanan ên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ji sedî 30 derman kêm bûye. Her wiha gelek cureyên dermanên nexweşiyên şekir û tansyonê jî qut in û nexweş bi zehmetiyeke pir mezin peyda dikin.

(şx)

ANHA