Hêzên UNDOF’ê serdana gundewarên Derayê kir

Hêza Çavdêriya Vekişînê ya Neteweyên Yekbûyî (UNDOF) piştî vekişîna hêzên Îsraîlê ji gundewarên rojavayê Derayê, serdana herêmê kir.

Hêzên UNDOF’ê serdana gundewarên Derayê kir
29 hezîran, 2026   14:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyan herêmî ji ajansa me re got piştî hêzên Îsraîlê ji girê El Megiz vekişiyan, şêniyên gundê Abidîn ên duh ji ber bombebarana hêzên Îsraîl derketibûn, vegeriyan gundê xwe.

3 wesayîtên girêdayî Hêzên Çavdêriya Vekişînê ya Neteweyên Yekbûyî (UNDOF) Îro serdana gundê Cumle û Abidîn ên herêma Hewid El Yermûk a li rojavayê Derayê kir.

Her wiha dewletên Ereban têketina hêzên Îsraîl a parêzgeha Dera û Quneytîrayê şermezar kir. Urdun, Erebistana Siûdî û Qeter jî operasyonên leşkerî şermezar kirin û bang kir ku rêz bidin yekitiya Sûriyeyê.

Piştî ku rejîma Baasê hilweşiya (2024) Îsraîlê hêzên xwe li başûrê Sûriyeyê belav kirin û ketin herêmên Cebel El Şêx, herêmên tampon ên Colanê û derdora Qetna ya 20 km ji paytexa Sûriyeyê Şamê dûr e.

Wezîrê parastinê yê Îsraîlê Yesraîl Katz anîbû ziman ku heyanî demeke nediyar hêzên wan dê ji ber rewşa ewlehiyê li başûrê Sûriyeyê, Lubnan û Xeza bimînin. Her wiha Katz navê “herêma ewlehiyê” li wan herêman kiribû.

Hêzên Îsraîlê duh ketin gundên herêma Hewid El Yermûk a dikeve rojavayê Derayê û bombebaran kirin. Her wiha tevgera şênî û cotkaran li herêmê sînordar kirin. Di encama wê de şêniyên gundê Abidîn koçber bûn.

(np)