Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî aşkera kir

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê nasnameya şehîd Ehmed El Ferec aşkera kir ku 4`ê Nîsanê li rojavayê Minbicê şehîd bûbû.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî aşkera kir
6 nîsan, 2024   15:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya ku Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn daye wiha ye: 

“Endamê me Ehmed El Ferec piştî ku roja pêncşemê (4`ê Nîsanê) dema erka xwe ya parastina malbat û gelê xwe li Minbicê pêk dianî, ji aliyê kesên nenas ve hate hedefgirtin û di encamê de şehîd bû.

Agahiyên li ser hevalê me Ehmed El Ferec wiha ne:

Nav û paşnav: Ehmed El Ferec
Navê Bav: Cuma
Navê Dayikê: Zehra
Cih û Dîroka Civînê: Gundê El-Farat, Minbic, 23.12.2017
Cih û Dîroka Şehadetê: Gundê El-Farat, Minbic, 04.04.2024

Têkoşîna şehîd Ehmed di hezkirina wî ya ji bo welat û dilsoziya ji bo azadiya malbat û gelê xwe de diyar bû, beriya 7 salan dest bi xizmeta xwe kir û tê de şehîdê me yê qehreman hemû hêza xwe di xizmeta malbat û gelê xwe de pêşkêş kir. Di pêkanîna erka xwe ya pîroz de dudilî û westîbûn nizanîbû, di nava refên hêzên me de bi rihê hevaltiyê yê bilind li hember rêheval, endam, rêveberên xwe û efseran dihat nas kirin ku ji hemû rêhevalên xwe re bibû mînak. Şehîdê me hemû hêz û îradeya xwe da xebatên xwe ji bo ku xizmetî gel û malbata xwe bike, kar û xebatên xwe bi şehadetê tacîdar kir û navê xwe di rûpelên rûmet û qehremaniyê de nemir kir.

Em di serî de sersaxiyê ji gelê xwe û malbata şehîd Ehmed re dixwazin û bejna xwe li ber fedakariyên şehîdan ku ji bo parastina ewlehiya gelê xwe dane, ditewînin û teqez dikin ku em ê bi hemû hêza xwe ji bo parastina destkeftiyên şoreşê û bidestveanîna civakeke ewle û aram bixebitin.”

(şx)