Hêzên Ewlekariya Hundirîn dewreya 4`emîn a efseran bi dawî kir

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a kantona Tebqayê dewreya çaremîn a efseran bi dawî kir. Ji bo dilsoziya bi şehîdên topbarana dewleta Tirk a li ser akademiya têkoşîna li dijî narkotîkê ya gundewarê Dêrikê ku 8`ê Cotmeha 2023`yan bû, navê “Şehîdên Koçeratê” li dewreyê hate kirin.

24 tîrmeh, 2025   17:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Fakulteya Zanistên Polîsan a Şehîd Tolhildan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê merasîma derçûna dewreya 4’emîn a efseran a bi navê “Şehîdên Koçeratê”, ji bo rêzgirtina ji giyanên kesên ku ji bo parastina ewlehî û aramiya herêmê canê xwe feda kirine re, hate lidarxistin. 

Dewre 22`yê Adara 2024`an bi beşdaraiya 102 hindekaran ji tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kiribû. Hindekar li ser waneyên qanûnî û leşker, semînerên fikrî yên îdeolojî û zanistên pêşketî, perwerde biribûn.

Di merasîmê de piştî ku efseran sondxwarin, nûnerê Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Elî El Hesen axivî û got: “Dispilîn, ala we ye. Welat dirûşma we ye. Hûn ne tenê rutbe bi we ve ne, lê belê welat, hêviyê gel û siberoja neteweyê di stûyê we de amanet e. Me bi bawerî û vîn ev rê hilbijart. Lewma em civakê û mirov, destkeftiyên şehîdan diparêzin ku canê xwe ji bo welêt feda kirin.”

Dûre têkildarî kar û xebatên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û fedakariyên şehîdên hêzê, sinevizyonek hate pêşandan.

Her wiha hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hesen Osman jî tev li merasîmê bû û wiha axivî: “Em îro bi derçûna komeke din a efseran şa ne. Ew amade ne ku berpirsyariyên xwe yên nîştimanî û mirovî bi cih bînin.”

Osman wiha domand: “Ji dema ku ev hêz hatiye ava kirin ve, îsbat kir ku hestîpişta ewlehiya herêmê ye. Li hember terorê û hewldanên têkbirina ewlehiya li herêmê fedakariyên mezin dan. Ev sazî ji ewladên vî welatî ava bûye. Ew hêzeke nîştimanî ya sûriyeyî ye. Ji bo parastina tevahî sûriyeyiyan dixebite û hewl dide edaletê û qanûnê serwer bike.”

(şx)

ANHA