Heyva Sor a Îranê: Ji destpêka şer ve 555 kes hatine kuştin

Heyva Sor a Îranê ragihand ku ji destpêka êrişên Îsraîl-DYA'yê ve 555 kes hatine kuştin.

Heyva Sor a Îranê: Ji destpêka şer ve 555 kes hatine kuştin
2 adar, 2026   13:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Heyva Sor a Îranê bîlançoya êrişên Îsraîl-DYA'yê yên li dijî welat li ser Telegramê parve kir.

Li gorî bîlançoyê, ji destpêka şer ve, di êrişên li ser 31 bajaran de 555 kes hatine kuştin.

Ajansa Nûçeyan a Tasnîm jî ragihand ku ji destpêka êrişan ve li parêzgefa Faris a başûrê welat 35 kes hatine kuştin. Ajansê da zanîn ku bi dewamkirina êrişên hewayî re dibe ku hejmar zêdetir dibe.

Di êrişa roja yekemîn de rêberê bilind ê Îranê Elî Xamineyî û hin rayedar û fermandarên leşkerî yên Îranê hatibûn kuştin.

Heman ajansê duh (1 Adar 2026) ragihandibû ku di êrişan de rêveberê Nivîsgeha Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar jî di nav de, 7 fermandar hatine kuştin.

(bb)