Hêzên Rizgariya Efrînê lê da: 9 çete hatin kuştin

Di çalakiyên Hêzên Rizgariya Efrînê yên 29-31’ê Tîrmehê de li Şêrawa, Bab û Ezazê 9 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin û 8 çete jî birîndar bûn.

Hêzên Rizgariya Efrînê lê da: 9 çete hatin kuştin
2 tebax 2024   11:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li hember çeteyên dewleta Tirk a dagirker çalakiyên xwe didomîne. 

HRE’yê daxuyand ku li Şêrawa ya Efrînê, Bab û Ezazê li dijî çeteyan çalakî li dar xistine û di çalakiyan de 9 çete hatine kuştin û 8 çete jî birîndar bûne.

Di dewama daxuyaniya HRE’yê de ev agahî hatin dayîn:

“29’ê Tîrmehê li xeta Babê tîmeke me ketin nava çeperên dijmin. Li wê derê bi awayekî bibandor li dagirkeran xistin. Mevzî û çeper bi temamî hatin îmhakirin. Di vê çalakiyê de 5 çete hatin kuştin û 6 çete birîndar bûn.

30’ê Tîrmehê 2 çalakiyên sekvanî li xeta Ezazê li dar ketin. Di encama van çalakiyan de 2 çeteyên dagirker hatin kuştin.

31’ê Tîrmehê li xeta Şêrewa di navbera gundê Kefer Nebo û Birc Heyder de hêzên me bi çalakiyeke taybet li kombûna dagirkeran xist. Di çalakiyê de 2 çete hatin kuştin û 2 çete jî birîndar bûn.”