Hêrsa jinan a li hemberî hikumeta demkî

Jinan bertekên tund li hember êriş û sûcên hikumeta demkî nîşan dan û banga hesabpirsînê kir.

Hêrsa jinan a li hemberî hikumeta demkî
Hêrsa jinan a li hemberî hikumeta demkî
Hêrsa jinan a li hemberî hikumeta demkî
Hêrsa jinan a li hemberî hikumeta demkî
Hêrsa jinan a li hemberî hikumeta demkî
Hêrsa jinan a li hemberî hikumeta demkî
Hêrsa jinan a li hemberî hikumeta demkî
Hêrsa jinan a li hemberî hikumeta demkî
Hêrsa jinan a li hemberî hikumeta demkî
Hêrsa jinan a li hemberî hikumeta demkî
Hêrsa jinan a li hemberî hikumeta demkî
Hêrsa jinan a li hemberî hikumeta demkî
15 ÇILE, 2026   15:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarên Reqa, Qamişlo, Tirbespiyê, Dêrik,Tepqa û Girkê Legê ji bo şermezarkirina êrişên hikumeta demkî û komkujiyên li taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd kirine çalakî hatin lidarxistin.

QAMIŞLO

Koordînasyona Jinan a Meclisa Edaletê, Meclisa Gelan û Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê, li ber avahiya Meclisa Gelan çalakiya protestoyî li dar xist.

Di çalakiyê de Koordînasyona Jinan a her sê meclisan li dijî êriş û komkujiyên li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê ku ji aliyê çeteyên hikumeta demkî û dewleta Tirk ve hatin pêkanîn, daxuyaniyeke hevpar da. Daxuyanî ji hêla seroka Desteya Jinan a Kantona Cizîrê Rohat Xelîl û seroka Meclisa Rêveber a Kantona Cizîrê Viviyan Beho ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em destpêkê berxwedêrên gelê xwe (Denîz Çiya, Ziyad Heleb, Rojbîn Hesekê, Dilbirîn Qamişlo, Feraşîn Efrîn, Leyla Qasim) û hemû şehîdên ku tev li berxwdana taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bûn, bi bîr tînin. Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin ku bi moraleke bilind û derfetên sînordar tev li berxwedanê bûn û li hember êrişên hovane sekinîn.

Li dijî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê êrişên sîstematîk û dubarekirî û bêserûber ji aliyê hikumeta demkî û dewleta Tirk ve hatin kirin. Ev êriş li ser sivîlan, jin, zarok û kesên temenmezin hate kirin û hemû zagonên navneteweyî hatin binpêkirin.

Armancgirtina sivîlan, mal û avahiyên ku ji bo armancên mirovî û perwerdehî hatine destnîşankirin ji nexweşxaneyan û dibistanan, ev sûcekî şer e. Binpêkirineke giran a zagonên navneteweyî yên mirovî ye, li gorî Peymana Cinêvê a sala 1949’an û Peymana Laheyê ya sala 1907 û Sîstema Romayê destnîşan dike ku divê sivîl neyên armancgirtin û êrişên bêserûber neyên kirin. Her wiha divê kuştin, îşkence yan muameleya xirab neyên kirin. Divê êrişî personelên bijîşkî neyê kirin û rehîne neyên girtin. Wekî din tiştê ku hikumeta demkî û dewleta Tirk li ser van taxan ji kuştin û koçberkirina gelê Kurd ên li wir kirin, mebest qirkirin bû.

Em wek rêxistina jinan li kantona Cizîrê bi tundî van sûcan şermezar dikin û piştrast dikin ku pêkanîna van sûcan di hemû aliyên wan de ji aliyê hikumeta veguhêz û dewleta Tirk ve, li dijî mirovahiyê ye.

Em bang li civata navneteweyî, sekreterê giştî yê NY’yê û dewletên garantor dikin ku piştî lêpirsîneke zelal û serbixwe ya dozên wan, ji berpirsyarên van tawanan hesab bipirsin û wan bibin ber Dadgeha Ceza ya Navneteweyî ku desthilata wê li ser van tawanan heye.

Her wiha em daxwaz dikin ku Konseya Ewlehiyê ya NY’yê berpirsyariyên xwe yên yasayî û exlaqî yên der barê van binpêkirin û tawanên li dijî gelên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û saziyên sivîlan de bi cih bînin.

Em dixwazin sûcdarên bi beden û termê şehîd Denîz temsîl kiriye, ceza bikin. Ji ber ku ev kiryar piştrast dike ku yek ji kiryarên çeteyên DAIŞ’ê ne.

Em bang li hemû rêxistinên mirovî û mirovahiyê dikin ku hewlên xwe ji bo aşkerakirina rastiyê û piştgiriya gel zêde bikin.

Em soz didin şehîdan heta armancên gel ên xwestî û serkeftin pêk werin, em ê li ser şopa wan bimeşin û ji birîndaran re şifayê dixwazin.”

Daxuyanî bi dirûşmên “Şehîd namirin” bi dawî bû.

REQA

Endamên Koordînasyona Jinan û nivîsgehên jinan ên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li pêşiya avahiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li bajarê Reqayê kom bûn û daxuyaniyek da.

Cîgira seroka Koordînasyona Jinan Sewsen Xelef daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku sûcên li taxên Helebê hatine kirin, bi taybetî bêrêziya li hemberî cenazeyê endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Denîz Çiya sûcên şer û sûcên dermirovî ne ku armanc jî belavkirina tirsê û şikandina îradeya jinan e.

Di daxuyaniyê de windakirina bi sedan sivîlan û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn hat şermezarkirin û banga aşkerakirina çarenûsa wan û parastina wan hat kirin.

Di daxuyaniyê de bang li civata navnetewyeî, Neteweyên Yekbûyî û Konseya Mafên Mirovan hat kirin ku hesab ji berpirsên van sûcan bipirsin.

TIRBESPIYÊ

Meclisa Kongra Star a Tirbepsiyê jî bi beşdariya bi dehan jinan daxuyaniyek da.

Daxuyanî li pêşiya avahiya meclisa bajar ji aliyê endama meclisê Medya Mûsa ve hat xwendin.

Di destpêka daxuyaniyê de salvegera 21’an a Kongra Star hat pîrozkirina û rola kongreyê di yekkirina jinan de hat vegotin.

Di dewama daxuyaniyê de îşaret bi sûcên ku çeteyan li taxên Helebê pêk anîne, hate kirin û hate gotin çeteyên hikumeta demkî bi van êrişan dixwazin şêniyan van taxan koçber bikin û guhertina demografîk pêk bînin.

Di dawiya daxuyaniyê de sûcên li Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd hatin şermezarkirina û banga hesabpirsînê ji sûcdaran hat kirin.

GIRKÊ LEGÊ

Meclisa Jinan a PYD’ê ya Girkê Legê jî bi daxuyaniyekê komkujiyên çeteyên hikumeta demkî li Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd şermezar kirin û bêdengiya navneteweyî ya li hemberî van sûcan şermezar kirin.

Daxuyanî li sûka navendî ya bajarê Girkê Legê ji aliyê hevseroka Meclisa PYD’ê ya bajar Şehnaz Ebdo ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku êrişên li ser van taxan di çarçoveya siyaseteke sîstematîk a ji bo belavkirina tirsê de hatin kirin. Her wiha hate gotin bêdengiya navneteweyî dihêle ku sûcdar sûcên xwe bidomînin û bang li hêzên navneteweyî hat kirin ku li hemberî van sûcan erkên xwe bi cih bîne.

Meclisa Jinan a PYD’ê ya bajarê Dêrikê jî bi beşdariya bi dehan jinan û endamên partiyên siyasî daxuyaniyek da.

TEPQA

Daxuyanî li bajarê Tebqayê li ber avahiya PYD’ê ji aliyê Berdevka Meclîsa Jinan a Îman Şehab ve hate xwendin û li Reqayê jî li baxçeyê spî yê navenda bajarê Reqayê ji aliyê endama meclîsê Asya Elî ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de bang li civata navnetewyeî, Neteweyên Yekbûyî û Konseya Mafên Mirovan hat kirin ku hesab ji berpirsên van sûcan bipirsin.

Di her du daxuayniyan de tekez kirin ku avakirina Sûriyeya pêşerojê nikare bi hêz û dersînorkirinê pêk were, bi naskirina hevdû, rêzgirtina mafên hemû pêkhateyan û misogerkirina rûmet û azadiya hemû Sûriyeyiyan pêkane.

(b)

ANHA