‘Hemas amadekariyên ji nû ve destpêkirina şer dike’

Medyaya Îsraîlê îdia kir ku Hemas amadekariyên ji nû ve destpêkirina şer li Xezayê dike.

‘Hemas amadekariyên ji nû ve destpêkirina şer dike’
4 adar, 2025   10:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyaya îsraîlî îdia kir ku Hemas amadekariyên ji nû ve destpêkirina şer li Xezayê dike.

Li gorî Kanala 13 a Îsraîlê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyekî leşkerî, Hemasê bi hezaran çekdarên nû tev li xwe kirine.

Heman çavkanî diyar kir ku "Tê texmînkirin ku beriya şer nêzî 30 hezar çekdarên Hemasê hebûn û rewşa heyî jî dişibe ya berê."

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu gefa destpêkirina operasyonên leşkerî li Xezayê xwaribû û gotibû eger Hemas girtiyên îsraîlî bernede, ew ê "berdêlên ku nayên xeyalkirin bide."

Wezîrê maliyeyê yê Îsraîlê Bezalel Smotrich jî ragihand ku rawestandina alîkariyên ji bo Xezayê tenê gava yekem e û got: “Pêngava din dê qutkirina elektrîk û avê be û destpêkirina êrişeke berfireh û bihêz be ku bibe sedema dagirkirina Xezayê.”

(bb)