Hejmarek çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin

Di operasyoneke Hêzên Ewlekariya Hundirîn de hejmarek çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin.

Hejmarek çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin
4 cotmeh, 2024   09:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin, di operasyona Dezgeha Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn  de hejmareke çeteyên şaneyeke DAIŞ’ê hat girtin.

Hate diyarkirin ku çeteyên şaneyê  kiryarên kuştin, dizî û şêlandin dikirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, dê di çend saetên pêş de îtîrafên çeteyên şaneyê werin weşandin.

(bb)

ANHA