Fermandarekî QSD’ê: Operasyon piştî wergirtina agahiyên îstîxbaratî hat destpêkirin

Fermandarekî QSD’ê diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê sûdê ji tevliheviya li Sûriyeyê werdigirin û hewl didin xwe zindî bikin û got, operasyona li Hesekê piştî wergirtina agahiyên îstîxbaratî li ser tevgerên wan hat destpêkirin.

Fermandarekî QSD’ê: Operasyon piştî wergirtina agahiyên îstîxbaratî hat destpêkirin
30 tebax, 2025   15:34
HESEEKÊ
BAZ MORDEM – BILIND HECÎ

Operasyona lêgerînê ya ku QSD, YPJ û Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi beşdariya TOL’ê vê sibehê li bajarê Hesekê li dijî şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ’ê dabûn destpêkirin, didome. Li gorî daxuyaniya QSD’ê heya niha 39 çete û gumanbar hatin girtin û miqdarek mezin a çekan hatin desteserkirin.

Têkildarî mijarê ji fermandarên QSD’ê û koordînatorê operasyonê Serdar Cudi ji ajansa me re axivî.

Fermandar Serdar Cudi diyar kir ku piştî rûxandina rejîma Baasê û avakirina hikumeta veguhêz a demkî valahiyek ewlehiyê û tevlihevî çêbûn, di serî de DAIŞ’ê, gelek aliyên din sûd ji vê rewşê wergirtin. Cûdî bi bîr xist ku her kes DAIŞ, îdeolojiya wê û armancên wê dizanin.

Cûdî destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ’ê li ser xeta Hums-Tedmûr (Palmîra) anku çolistana Sûriyeyê, her wiha xeta sînorê Sûriye- Iraqê çalak in û ev agahî dan "Bê guman armancên DAIŞ’ê hene. Armanca wê ew e piştî di aliyê erdîngarî de têk çû careke din xwe zindî bike. Valahiya ewlehiyê dehfeke manewî da DAIŞ’ê da ku careke din xwe komî ser hev bike û xwe zindî bibe, nemaze piştî ku dest danî ser miqdarek mezin a çek û cebilxaneyan ên rejîma berê."

Fermandar Serdar Cudi îşaret bi vê yekê kir ku tevî ku DAIŞ di aliyê erdîngarî de têk çûye jî lê fikrên wê hîna bi dawî nebûne û ev li gotinên xwe zêde kirin "Şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê gelek hewldan kirin da ku carek din rola zindî bike. Ev yek li kampa Holê ya malbatên wan û êrişên wê yên berfireh ên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybetî li Reqa û Dêrazorê de piştrast dibe."

Cûdî destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ’ê ji bo ku carek din xwe komî ser hev bikin girîngiyê didin kampa Holê û girtîgeha Sînaa ku bi hezaran endamên wan tê de ragirtî ne û wiha pê de çû "QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn tedbîrên ewlehiyê girtine û tevgerên çeteyan dişopînin. Herî dawî agahiyên îstîxbaratî hatin bidestxistin ku  şaneyên wê dê di demek nêzî de bikevin tevgerê. Li ser vê yekê biryara destpêkirina operasyona lêgerînê li bajarê Hesekê hate dayîn."

Cûdî bi bîr xist ku di operasyonê de bi dehan çete û gumanbar hatin girtin û ji bo naskirina girêdana wan bi çeteyên DAIŞ’ê re jî lêpirsîn tê kirin, her wiha miqdarek mezin a çekan hatin desteserkirin.

Serdar Cudi bal kişand ser tevkariya şêniyên bajarê Hesekê bi hêzên operasyonê re û ev tişt anî ziman "Bila dilê gelê me rihet be. Madem QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn hene dê li hemberî çi kesên ku hewl bidin ewlehiya herêmê xirab bikin, bêdeng nemînin."

Cûdî bi domdarî got: "Em baş dizanin ku dijminek heye û li pişt wê jî hêz û dewletên derve hene, hewl didin ewlehiya herêmê têk bibin, her çareseriyeke siyasî ya aloziya Sûriyeyê asteng bikin û rê li ber pêkanîna aştiyê bigirin. Lê em QSD’ê rê nadin wan. Li ser vê esasî jî wê operasyonên me yên li dijî çeteyên DAIŞ’ê bidomîn."

Ji fermandarên QSD’ê û koordînatorê operasyona li Hesekê Serdar Cudi di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser rapora NY’yê ya der barê tevgera şaneyên çeteyên DAIŞ’ê li hin welatan de û got: "Em dizanin ku şaneyên DAIŞ’ê dê bi van operasyonan neqede, lê ev çalakî û operasyon tevgerên wan pûç dikin."

(bb)

ANHA