Ev 2 hefte ne aqûbeta rojnamevan Silêman Ehmed nayê zanîn

Di ser revandina rojnamevan û edîtorê Ajansa Rojnewsê Silêman Ehmed re 2 hefte derbas bûn. Heta niha PDK der barê rewşa Ehmed de tu agahiyan parve nake.

Ev 2 hefte ne aqûbeta rojnamevan Silêman Ehmed nayê zanîn
8 mijdar, 2023   11:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Revandina rojnamevan û edîtorê beşa erebî ya Ajansa Rojnewsê Silêman Ehmed ji aliyê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PKD) ve di roja 15`an de dewam dike.

Silêman Ehmed ku çûbû serdana malbata xwe ya li Helebê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di rêya vegerê de li deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) ji aliyê hêzên PDK`ê ve hat revandin.

Hêjayî gotinê ye ku bavê Silêman Ehmed, Mihemed Ehmed wefat kiribû û Silêman ji bo sersaxiyê malbatê çûbû Helebê.

Ji dema revandina Silêman (25`ê Cotmehê) ve tu agahî jê nayên wergirtin. Ji hingê ve desthilata PDK`ê ku Silêman revandiye, der barê rewşa wî de tu agahiyan parve nekirine.

(c)