Êrişa çeteyan a li nêzî Bendava Tişrînê hat têkbirin

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê êrişa çeteyan a li derdora Bendava Tişrînê têk bir.

Êrişa çeteyan a li nêzî Bendava Tişrînê hat têkbirin
23 kanûn, 2024   13:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê der barê mijarê de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

"Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê vê sibehê êrişeke çeteyên dewleta Tirk a dagirker a li nêzî Bendava Tişrînê têk bir. Hêzên me li gelek gundên derdora bendavê ku çete wek jêdera êrişên li dijî hêzên me bi kar dianîn, operasyona lêgerîn û paqijkirinê da destpêkirin. Operasyona lêgerînê dewam dike.

Di nava refên çeteyan de alozî çêbûye.

Li derdora Pira Qereqozaqê jî, erebeyeke leşkerî ya çeteyan hat teqandin.”

(bb)

ANHA