Elî Welî bi fîdyeya 9 hezar û 800 dolar hat berdan

Derket holê ku penaberê bi navê Elî Welî yê dîmenên îşkencekirina wî ji malbata wî re hatibûn şandin, radestî OSO’yê hatiye kirin. Welî, bi fîdyeya 9 hezar û 800 dolaran hate berdan.

Elî Welî bi fîdyeya 9 hezar û 800 dolar hat berdan
7 tebax 2024   17:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Penaberê bi navê Elî Welî (19) li Girtîgeha Tîpa L a Erzînganê dihat ragirtin û di 13’ê Adarê de hate berdan. Piştî berdanê heta demeke dirêj agahî jê nehatin wergirtin. Demek piştre dîmenên îşkencekirina Welî ji malbata wî re hatin şandin. Derket holê ku Welî, radestî komên paramîlîter ên girêdayî dewleta Tirk hatine kirin. Ji bo berdana Welî, komên paramîlîter ji malbata wî fîdye xwestin. Malbatê tespît kir ku MÎT’ê zarokê wan radestî komên paramîlîter kiriye. Piştî malbatê fîdye da Welî hate berdan. 

ŞANDIBÛN NAVENDA PAŞVEŞANDINÊ

Elî Welî piştî ji girtîgehê hatibû berdan, ji bo bibin Navenda Paşveşandinê radestî cendirmeyan hate kirin. Welî, di wesayîta cendirmeyan de bi telefona leşkerekî li malbata xwe geriya û jê re got ku dê bibin Navenda Paşveşandinê û ji wir jî bê dersînorkirin. Malbatê jî qeyda dengê Welî girt û ji wê rojê heta demeke dirêj tu agahî jê nehatin wergirtin. Di 1’ê Nîsanê de jî dîmenên îşkencekirina Welî ji malbata wî re hatin şandin. Li ser vê yekê malbata Welî, di 2’yê Nîsanê de serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrdînê da. ÎHD’ê ji bo aqûbeta Welî were lêpirsîn û têkildarî îşkenceyê li Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê serlêdana sûc kir.

Dozger, di lêpirsîna piştî serlêdanê hatiye destpêkirin de bi hinceta ku Welî hatiye dersînorkirin, biryara “Hewcehî bi şopandinê nîne” da. Dihat îdiakirin ku Elî Welî di 13’ê Adara 2024’an di çarçoveya “vegera bi dilxwazî” de li Dîlokê hatiye dersînorkirin. Lê derket holê ku Welî li Girê Spî radestî MÎT’ê hatiye kirin.

JI EWIL MÎT PIŞTRE KOMA PARAMÎLÎTER

Dayika Welî, Necma Mûsa derheqê tiştên qewimîn de axivî. Mûsa, da zanîn ku kurê wê piştî girtîgehê birine Girê Spî û li milê Sûriyeyê radestî MÎT’ê hatiye kirin. Mûsa, wiha domand: “Li vir îşkence lê kirin, gefa kuştinê lê xwarin. Li ser Qur’anê sond pê dan xwarin û hewl dan bitirsînin. 45 rojan li vir girtin, bi tena serê xwe di hucreyeke yekkesî de ragirtin û derdora 45-50 rojan li wir ma. Her tim cihê bavê wî jê tê pirsîn. Gefa kuştinê lê dixwin, Qur’anê danin pêşiya wî û cihê bavê wî jê dipirsin. Dema nekarîn tiştekî pê bidin gotin jî, radestî çeteyên OSO’yê dikin û heta demekê li wir dimîne.”

BI FÎDYEYA 9 HEZAR Û 800 DOLARAN HATE BERDAN

Mûsa, got ku dema hîn bûn Welî li Girê Spî ye, bi şêxekî ereb ê di demên berê de hev nas dikirin re hevdîtin kirine û wiha behs kir: “Yek li Girê Spî yek jî li Serêkaniyê, me du parêzer girtin. Şêxekî girêdayî rêxistinê li van karan dinihêrt. MÎT’ê bi xwe mirov radestî wan dikir da ku ji bo fîdyeyê bazariyê bikin. Me bi awan re peywendî danîn. Şêxî biryar da ku kurê min bişînin Serêkaniyê. Piştî şandin wê derê, îstîxbaratê mudaxile kir. Ji bo zû neyê şandin, îstîxbaratê mudaxile kir û dixwest tiştekî ji wî hîn bibin. Dema gotin dê were berdan, îcar leşkeran destûr nedan. Ji ber ku îstîxbarat girêdayî Tirkiyeyê ye. Piştre jî me ji Helebê hinek pêwendî danîn. Dema ji wir ferman hatî, zarok berdan. Ji bo berdanê 9 hezar û 800 dolar pere ji me standin.”