Şehîdên komkujiya Şiêtatê hatin bibîranîn

Xelkê Dêrazorê şehîdên komkujiya Şiêtatê bi bîr anîn û xwest hesab ji êrişkaran bê pirsîn.

15 tebax, 2024   15:51
DÊRAZOR

Çeteyên DAIŞ’ê destpêka Tebaxa 2014’an komkujiyek li Dêrazorê li dijî eşîra Şiêtat pêk anî. Di encamê de hezar û 700 kes hatin qetilkirin û zêdetirî hezar kes hatin revandin.

Şêniyên kantona Dêrazorê bi amadebûna nûnerên Partiya Sûriyeya Pêşerojê, şêx û rûspiyan, şervan û fermandarên QSD û Asayîşê şehîdên komkujiyê bi bîr anîn.

Di merasîmê bîranînê de ku li Pakrewangeha Şehîdên Firatê ya li bajarokê Ebû Hemam hat lidarxistin, nûnerê eşîra Şiêtat Nasir El Deramî axivî. Nasir El Deramî şehîdên komkujiyê bi bîr anîn û sersaxî ji malbatên wan re xwest.

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Hecînê Xebat El Şiêtî jî komkujî şermezar kir û got: "Em li vir kom bûne da ku sivîlên ku bûne qurbaniyên fikrê terorê, bi bîr bînin."

El Şiêtî bal kişand ser êrişên hêzên hikumeta Şamê û çekdarên Dîfa El Wetenî jî û diyar kir ku ketober sivîl û milkên wan dikirin armanc.’

‘BI YEKITIYA XWE EM Ê SERKEFTINÊ MÎSOGER BIKIN’

Xebat El Şiêtî got hêzên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê û Meclisa Leşkerî ya Hecînê dê li dijî êrişan mafê parastina rewa bi kar bînin û bibin mertalê parastinê.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Dêrazorê Rakan El Fireyîh komkujiya Şiêtatê şeremzar kir û bi van gotinan piştgiriya xwe bi QSD’ê re anî ziman: "Em ê bi yekitiya xwe serketinê mîsoger bikin."

Di berdewama merasîmê de hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Dêrazorê Mihemed El Dexîl diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê xwest gelê herêmê qir bike û komkujiyê li dijî Şiêtat bike dersek. El Dexîl destnîşan kir ku xwîna şehîdên komkujiyê bû pêngava rizgarkirina herêmê ji çeteyên DAIŞ’ê û wiha got: "Em ne şerxwaz in, em aştîxwaz in. Em banga diyalogan dikin."

El Dexîl ji bo parastina destkeftiyan jî banga hevgirtinê kir.

Endama Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Dêrazorê Xîtam Salih got: "Em li vir kom bûne da ku li dijî êrişan peyama têkoşînê bidin. Em dixwazin hesab ji êrişkaran bê pirsîn."

Ji fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Dêrazorê Luey El Elî jî got eşîra Şiêtat dê li hemberî êrişan mil bi mil bi QSD’ê re parastinê bike.

Di dawiya merasîmê de axaftina Weqfa Komkujiya Şiêtat ji aliyê Mehmûd El Miced ve hat kirin. El Micet bi bîr xist ku êrişên hêzên hikumeta Şamê hemwextî salvegera komkujiya Şiêtat hat kirin û got komkujî û êriş dê israra wan a daxwazên mafên xwe lawaz nekin.

(bb)

ANHA