Ebdilmecîd Xelef bû rêveberê Gerînendeteya Çandê li parêzgeha Hesekê

Parêzgeha Hesekê ragihand ku Ebdilmecîd Mihemed Xelef wek rêveberê gerînendeteya Çandê li parêzgeha Hesekê hatiye erkdarkirin.

Ebdilmecîd Xelef bû rêveberê Gerînendeteya Çandê li parêzgeha Hesekê
5 tîrmeh, 2026   20:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzgeha Hesekê îro li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku Ebdilmecîd Mihemed Xelef wek rêveberê gerînendeteya Çandê li parêzgeha Hesekê hatiye erkdarkirin.

Ebdilmecîd Mihemed Xelef di sala 1978`an de li bajarê Qamişlo hatiye dinyayê.

Derçûyê Peymangeha Amadekrina Mamosteyan (Beşê Zimanê Erebî) ye.

Di sala 2013`an de Beşê Hiqûqê li Zanîngeha Firatê qedandiye.

Romanivîs e û di ware rexeneya wêjeyî de jî dinivîse.

(k)

ANHA