Dronên ku êrişî nobedarên Tişrînê dikin bi destê leşkerên Tirk têne xebitanin

Bi dîmenan hate aşkerakirin ku balefirên bêmirov ên ku sivîlên li bendava Tişrînê bombebaran dikin, ji aliyê leşkerên artêşa dewleta Tirk  dagirker ve têne birêvebirin.

Dronên ku êrişî nobedarên Tişrînê dikin bi destê leşkerên Tirk têne xebitanin
22 ÇILE, 2025   13:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li herêma bendava Tişrînê belefireke bêmirov a artêşa Tirk a dagirker anîn xwarê û dîmenên ku kişandibûn bi dest xisitn. 

Di dîmenan tê dîtin ku li baregeheke artêşa Tirk a dagirker hin leşker balafireke bêmirov dixebitînin da ku tev li êrişên li ser bendava Tişrînê bibe.

Her wiha tê dîtin ku baregeha leşkerî ya artêşa Tirk tijî leşker, wesayitên zirxî, wesayîtên veguhastina leşkeran e, her wiha kampên perwerdeyê û noqteyên firandina balafirên bêmirov jî xuya dibin.

Di dîmenan de aşkera dibe ku balafirên bêmirov ên ku şêniyên sivîl li bendava Tişrînê bombebaran kirin, ji aliyê artêşa dewleta Tirk a dagirker ve têne xebitandin û birêvebirin.

Heta niha di êrişên balefirên bêmirov ên Bayraktar-Akinci û dronên biçek ên li ser nobedarên li bendava Tişrînê de 20 sivîl şehîd bûne û 120 jî birîndar bûne.

(k)