‘Divê ji bo Rêber Abdullah Ocalan li Dadgeha Edaletê ya Navneteweyî eniyek bê avakirin’

Hiqûqnasan bang kir ku di Dadgeha Edaletê ya Navneteweyî de ji bo parastina Rêber Abdullah Ocalan eniyeke hevgirtî bê avakirin. Di heman demê de destnîşan kirin ku armanca Komploya Navneteweyî, têkbirina projeya neteweya demokratîk e û teqezî bi bidawîkirina pergala îşkence û qirkirinê kir.

‘Divê ji bo Rêber Abdullah Ocalan li Dadgeha Edaletê ya Navneteweyî eniyek bê avakirin’
13 cotmeh, 2024   03:10
REQA
MIHEMED XELÎL

Ji 9`ê Cotmeha 1998`an heta 15`ê Sibata 1999`an bi destê pergalên kapîtalîst û dewletên neteweperest wekî DYA, Îsraîl, Tirkiye û Rûsyayê li dijî Rêber Abdullah Ocalan Komploya Navneteweyî hate lidarxistin. 

Hiqûqnasên kantona Reqayê destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan bi awayekî adil nehatiye darizandin.

Şêwirmendê Yekitiya Parêzeran a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Fîras Cuma got: "Dewletên komploger xwestin bi rêya komployê, berjeweniyên xwe yên siyasî bi dest bixin."

Cuma wiha domand: "Rêber Abdullah Ocalan, ji ber ku xwedî fikrekê ye û ji pirsgirêkên Rojhilata Navîn re çareserî danîn, ji aliyê dewletên kapîtalîst û Gladioyê ve hate revandin û radestî dewleta Tirk hate kirin ku wê jî ew di girtîgeha Îmraliyê girt."

Fîras Cuma destnîşan kir ku hiqûqnas, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dê çalakiyên xwe zêde bikin û got: "Bidetxistina azadiya wî ya fîzîkî, gel ji pergalên kapîtalîst û desthilatdar rizgar dibin."

Her wiha Cuma komplo di aliyê qanûnî de nirxand û wiha anî ziman: "Komplo, qanûnên navneteweyî binpê dike.”

‘DARIZANDIN ŞEKLÎ BÛ’

Der barê darizandina Rêber Abdullah Ocalan de Cuma got: "Darizandin, şeklî bû. Nehiştin tu parêzer parastina wî bikin. Dadgeh leşkerî bû. Ev jî îsbat dike ku pergalên cîhanê xema wan a yekane berjewendî ne. Berjewendiyên gelan, wekhevî û edalet ne xema wan e."

Parêzer Ebdurehman El Sayir jî got: "Armanca Komploya Navneteweyî, çewisandina nasnameya gelên herêmê bû. Di aliyê qanûnî de, qanûnên navneteweyî binpê dike."

El Sayir wiha domand: "Komplo dermirovî ye. Dîlgirtina ronakbîr Rêber Abdullah Ocalan, sûcekî mezin e. Wî tenê bi rêya raman û parêznameyên xwe banga azadiya gelên bindest û azadîxwaz kir."

El Sayir bang li hiqûqnasan kir ku li pêşberî dadgeha edlê ya navneteweyî, eniyeke parastinê ya xurt ava bikin û ji ber girtina ne rewa ya Rêber Abdullah Ocalan li dijî rejîma Tirk dozê vekin.

(şx)

ANHA