Dibistanên Reqayê yên di turnuvayê de serkeftî hatin xelatkirin

Komîteya Perwerdê û Fêrkirinê û Meclisa Werzîşê ya Reqayê dibistanên di kernevala turnuvayên dibistanan de bi ser ketine xelat kirin.

26 cotmeh, 2023   13:56
REQA

Merasîma xelatkirinê li Yarîgeha Beledî ya li Reqayê bi beşdariya endamên Komîteya Perwerdê û Fêrkirinê, endamên Meclisa Werzîşê û dibistanên beşdarî kernevala turnuvayên dibistanan bûne hate lidarxistin.

Bi xelatkirina astengdaran û dûre dibistanên asta yekemîn û duyemîn di fotbolê de wergirtine xelatkirinê dest pê kir. Dibistanên qonaxa yekemîn wergirtine; Omer Eloş, Emar Bin Yasir û Xewarizmî, qonaxa duyemîn; dibistana Rabîe El Edewiyê, Buhturî û Ednan El Malikî hatin xelatkirin.

Di turnuvaya goka destan de dibistanên qonaxa duyemîn wergirtine ku asta yekemîn wergirtine; Omer Eloş, Reşîd a jinan, Osman Bin Efan in.

Der barê kişikê de, asta yekemîn a jinan bû; xwendekar Mîsan Muwîn a ji dibistana Endnan El Malikî û asta duyemîn Refîf Ebdulelî ya ji dibistana Rabîe El Edewiye, asta sêyemîn jî Xeram El Ubêd ji dibistana Rabîe El Edewiyê bi ser ketin.

Asta yekemîn a kişikê ya mêran jî, xwendekar Xesan Kerawî ji dibistana Rabîe El Edewiyê, asta duyemîn xwendekar Mihemed El Hemûd ji dibisana Rebîe El Edewiyê û navenda sêyemîn jî xwendekar Ehmed El Şewax ji dibistana Ednan El Malikî bi ser ketin.

Di bîng bongê de jî asta yekemîn a mêran xwendekar Mehmûd El Hemûd ji dibistana Ednan El Malikî, asta yekemîn a jinan xwendekar Rîmas El Hemûd ji dibistana Ednan El Malikî bi ser ketin.

Li kesên serketî medalî, kas û spasname hatin belavkirin.

(fr)

ANHA