Di teqîna mayîneke DAIŞˊê de 19 kes hatin kuştin-HATE NÛKIRIN

SOHRˊê diyar kir ku di teqîna mayînekê bi erebeyeke biçûk de li başûr rojhilatê Reqayê 19 kes hatin kuştin, dema ku dombelan kom dikirin hatin kuştin.

Di teqîna mayîneke DAIŞˊê de 19 kes hatin kuştin-HATE NÛKIRIN
16 adar, 2024   18:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), zêdetirî 20 kesan ji bo ku dombelan li herêma Sebxa ya başûr rojhilatê Reqayê ku di bin kontrola hêzên hikumeta Şamê de ye, kom bikin li erebeyekê siwar bûbûn.

Di çend hefteyên borî de bûyerên teqîna mayînan bi şêniyan zêde bûye ji ber ku mewsima komkirina dombelan e û gelek şênî debara xwe pê dikin.

SOHRˊê ragihand ku di 6ˊê Adarê de DAIŞˊê êrişî kesên dombelan li rojhilatê Dêrazorê kom dikirin, kir û di encamê de 18 kes hatin kuştin.

Di 25ˊê Sibatê de di encama teqîna bermahiyên DAIŞˊê li beyarê Reqayê de 14 kesên dombelan kom dikirin, hatin kuştin.

Ruxmî van metirsiyan jî, lê şênî dombelan kom dikin ji ber ku gelek biha ye.

(fr)