Di operasyonên qirkirina siyasî de gelek kes hatin destgîrkirin

Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê polîsên dewleta Tirk a dagirker bi ser gelek malan de girt û gelek siyasetmedar destgîr kirin.

Di operasyonên qirkirina siyasî de gelek kes hatin destgîrkirin
24 mijdar, 2023   12:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Stenbolê polîsên Tirk serê sibehê bi ser gelek malan de girt. Hat zanîn ku di serdegirtinên malan de herî kêm 10 kes hatine destgîrkirin. Kesên hatine destgîrkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê.

Navên hin kesên hatine destgîrkirin bi vî rengî ne: Endamê Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) Parêzer Yûsûf Gorucu, endamê Meclîsa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Omer Gorunmek, Gulbahar Herdem Fîlîzer, Ahmet Ozboganli, Guney Yildirim, Tûrgût Guvener, Cezmî Guçîn, Ridvan Guçîn, Yavûz Alinçer û Adem Yildiz.

RIHA

Di serdegirtinên malan ên li Rihayê hatin kirin de, endamên Meclîsa Ciwanan a HEDEP’ê ya Rihayê Enes Rakim û Mûstafa Ozkan hatin destgîrkirin.

Hat diyarkirin ku dibe hejmara kesên hatine destgîrkirin, zêde bibe.

Ciwanên ku hatine destgîrkirin, bi parêzerên xwe re hevdîtin kirin. Hat diyarkirin ku sedemê destgîrkirinan “Meşa Azadiyê” ye ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ber bi Gemlîkê ve hatibû lidarxistin.

Hat diyarkirin ku di dema serdegirtinê de Enes Rakim hatiye derbkirin.

ŞIRNEX

Endama Meclîsa Şaredariya Silopiya ya di rêveberiya HDP’ê de Aysel Sarûhan di çarçoveya lêpirsînekê de ku navenda wê Amed e, ji bo îfade dayînê çûbû Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê. Lê li wir hate destgîrkirin.