Di êrişa Qamişloyê de endamekî rêvebertiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bû
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku di hedefgirtina erebeyekê li Qamişloyê de endamekî rêvebertiya wan şehîd bû.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî êrişa ku balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li dijî erebeyeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn li taxa Um El Fursan a Qamişloyê pêk aniye, daxuyaniyek da.
Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:
"Êrişên artêşa Tirk a faşîst ên li ser herêmên me yên ku ewlehî û aramiya gelê me dike armanc, didomin.
Dewleta Tirk a dagirker saet 01:30ʹan danê nîvroj a îro de (sêşem) bi rêya balafirên keşfê erebeyek hêzên me li taxa Um El Fursan a bajarê Qamişlo hedef girt. Cihê erebe lê hatiye hedefgirtin, nuqteya hêzên me ya girtiyên sûcên cînayet û hişbirê ye.
Di encama hedefgirtinê de yek ji endamên rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarê Qamişlo, şehîd bû.
Ev armanc hewldanek aşkera ye ku tevliheviyekê di wê nuqteyê de derxin, sûcdar îsyan bike û piştre bikarin birevin.
Lê hêzên hişyar bû nehişt tevlihevî di wê nuqteyê der derkeve.
Armanca dewleta Tirk a dagirker ji van hedefgirtinan ew e ku hêzên me ji erkên xwe yên li hember civakê pêk neynin.
Dijî vê, divê gelê me li hember terora dewleta Tirk bertek nîşan bide, kîn û nefreta xwe zêde bike.
Em tekez dikin ku hêzên me di her şert û mercî de xebatên xwe didomînin û ji her demê zêdetir ji bo têkkirina planên dagirkeriya Tirk a faşîst ên bi armanca têkbirina ewlehî û îstîqrara herêmê, xebatên xwe didomînin."