Li Amûdê gel li dijî êrişan meşiya

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi meşekê li Amûdê hatin şermezarkirin.

Li Amûdê gel li dijî êrişan meşiya
Li Amûdê gel li dijî êrişan meşiya
Li Amûdê gel li dijî êrişan meşiya
Li Amûdê gel li dijî êrişan meşiya
Li Amûdê gel li dijî êrişan meşiya
Li Amûdê gel li dijî êrişan meşiya
Li Amûdê gel li dijî êrişan meşiya
Li Amûdê gel li dijî êrişan meşiya
9 kanûn, 2024   15:12
QAMIŞLO

Endamên saziyên sivîl û bi sedan şêniyên bajar û gundewarên Amûdê bi meşekê êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.

Şênî, ji Qada Jina Azad heya Qada Şehîd meşiyan û wêneyên zarokên di êrişên dagirkeran de şehîd û birîndar bûne, hildan.

Di meşê de pankartên "Bi rihê şerê gel ê şoreşgerî em ê dagirkeriyê têk bibin" û "Em dagirkerî, guhertina demografîk û qirkirina etnîk a li Efrînê şermezar dikin" hatin vekirin û dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava" û "Na ji dagirkeriya Tirk re" hatin berzkirin.

Gireseya meşê li Qada Şehîd Cîhad sekinî û deqeyekê rêz hat girtin. Rêveberê Meclisa Bajarokê Topiz ê bajarê Amûdê Ebdullah Kenan axivî û got armanca dewleta Tirk a dagirker ji van êrişan têkbirina projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û qirkirina gelê Kurd e.

Ebdullah Kenan bal kişand ser bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî van êrişan jî û diyar kir ku ev hêz li pey berjewendiyên xwe ketine.

Ebdullah Kenan li dijî êriş û planên koçberkirinê banga yekitiyê li gel kir.

(bb)

ANHA