Di çalakiyên QSD’ê de hejmareke çete hatin kuştin

Şervanên QSD’ê li derdora Pira Qereqozaqê 2 çalakiyên bibandor li dar xistin, li bakurê Bendava Tişrînê jî li kombûneke çeteyan hat xistin. Di encamê de hejmarek çete hatin kuştin û hejmarek birîndar bûn.

Di çalakiyên QSD’ê de hejmareke çete hatin kuştin
6 sibat, 2025   11:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê der barê çalakiyên li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li gundewarên Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê de ev agahî parve kirin:

"Şervanên me ku rasterast bersiva êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê didin, duh (Çarşem) li gundewarê bakurê Bendava Tişrînê li nuqteyeke kombûna çeteyan xist. Di encamê de kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn. Hejmara kuştiyan nehat zanîn, lê bi qasî hat tesbîkirin 3 çete birîndar bûn. Du çeteyên din jî ku li motorsîklêtê bûn hatin kuştin.   

Balafirên şer û yên bê mirov ên dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li derdora bendavê û cihên karkeran jî dewam kir. Balafirên bê mirov li nêzî gundê Xirbe Tiwênî nuqteyeke hêzên me bombebaran kir, di encamê de şervanek şehîd bû û yekî din bi sivikî birîndar bû.

Li Kobanê jî, balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker Mezreya Ehmed Munîr bombebaran kir. Di encamê de zerarên madî yên mezin li mezreyê bûn. Çeteyên li bajarê Cerablusê jî bi obîsên giran gundên Beyad û Cubna yê li rojavayê Kobanê topbaran kirin, lê top li erdekî vala kirin û zirar çênebûn.

Şervanên me li Girê Qereqozaqê û Girê Newroz du çalakiyên bibandor li dar xistin Di encamê de kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn, bi qasî hat zanîn 3 çete birîndar bûne.

Balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker di dirêjahiya rojê de li ser bajarokê Eyn Îsa û gundewarê digeriyan."

(bb)

ANHA