Di bombebarana li ser Dirbêsiyê de birîndar hene

Di bombebarana li ser gundê Girbetlî yê navçeya Dirbêsiyê de 2 zarok û jinek birîndar bû.

Di bombebarana li ser Dirbêsiyê de birîndar hene
14 ÇILE, 2024   14:03
HESEKÊ

Balafirên bêmirov û bi çek ên dewleta Tirk a dagirker navenda zemhêrê yê navçeya Dirbêsiyê bombebaran kirin. Her wiha mala welatiyekî li gundê Girbetaliyê jî hate bombebarankirin. Di necamê de 2 zarokên bi navên; Can û Rojcan Xalid Hiso û jinek bi navê Ehlam Ebdurezaq birîndar bûn. 

Birîndar li nexweşxaneyên navçeyê têne dermankirin.

(şx)

ANHA