Di bombebarana Îsraîlê de 8 leşker û 5 sivîl hatin kuştin

Îsraîlê di hefteyekê de 13 caran herêmên Sûriyeyê bombebaran kir. Di encamê de 8 leşker û 5 sivîl hatin kuştin û 20 jî birîndar bûn.

Di bombebarana Îsraîlê de 8 leşker û 5 sivîl hatin kuştin
8 cotmeh, 2024   12:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê di bombebarana Îsraîlê ya li dijî Şam, Hism, Dera, Quneytîra, Hema, Siweyda û Laziqyayê de di hefteyekê de 13 kes hatine kuştin û 20 jî birîndar bûne.

SOHR`ê da zanîn ku di nava kuştiyan de 4 endamên Hizbullahê, Pasdarekî Îranê, endamekî komên Îranê yê sûriyeyî, endamekî komên Îranê yê ne sûriyeyî, leşkerekî hêzên hikumeta Şamê hene.

SOHR`ê bi bîr xist ku di êrişan de 20 kes birîndar bûne; jê 3 welatî, 3 pêşkêşên jin ên kanalên televîzyonê yên hikumeta Şamê û 8 leşker in.

(şx)