Di bersivdana êrişên çeteyan li Til Temirê de 3 çete hatin kuştin

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê hewldana êrişeke çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundekî Til Temirê têk birin û 3 çete hatin kuştin.

Di bersivdana êrişên çeteyan li Til Temirê de 3 çete hatin kuştin
23 kanûn, 2024   20:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên çavkaniyên me ji herêmê dane, çeteyên dewleta Tirk a dagirker hewl da li derdora gundê Alya yê Til Temirê êrişekê pêk bîne. Lê hêzên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê ew êriş têk bir.

Heman çavkaniyan diyar kir ku di encma bersivdana şervanên Til Temirê de 3 çete hatin kuştin, 2 çete birîndar bûn û erebeyeke doçka li ser hate rûxandin.

(fr)