Di 5ˊê Tebaxê de civîna destpêkê ya Komîsyonê ye

Komîsyona ku wê di çarçoveya “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” de were lidarxistin, wê civîna xwe ya destpêkê di 5’ê Tebaxê de pêk bîne.

Di 5ˊê Tebaxê de civîna destpêkê ya Komîsyonê ye
1 tebax, 2025   11:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş daxuyanî da û endamên meclîsê vexwend civîna ku wê 5’ê Tebaxê di saet 11.00’an de li Salona Merasîmê ya Meclîsê were kirin.

Tê payîn ku Kurtulmuş axaftina vekirinê ya civînê bike.

Piştre endam wê nirxandinan bikin û piştre li ser xebatên komîsyonê û esasên ûsul, wê nîqaş bên kirin û biryar were dayîn.