Di 24 saetên dawîn de 13 kes hatin kuştin

Li Sûriyeyê di 24 saetên dawîn de, zarok jî di nav de, 13 kes hatin kuştin.

Di 24 saetên dawîn de 13 kes hatin kuştin
16 nîsan, 2025   11:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Li herêmên di bin serweriya desthilata Şamê de û herêmên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatine dagirkirin, sûcên revandin û kuştinê dewam dikin. 

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku di 24 saetên dawîn de 13 kes hatine kuştin.

SOHR’ê hûrguliyên kuştina 13 kesan parve kirin. Hate gotin, li gundê Elanî yê Idlibê zarokeke keçîn bi çekê ku zarokekî din pê dilîst, hat kuştin. Li bajarê Senemên ê li bakurê Derayê jî ciwanek bi guleya ku bi şaşî ji çeka hevalê wî derketiye, jiyana xwe ji dest da.

Li gorî SOHR’ê, li bajarokê Hewayîc ê Dêrazorê 2 kes ku li motorsîklêtekê siwar bûbûn, ji aliyê çekdaran ve hatin kuştin. Hate diyarkirin ku li ser rêya Siriya ya li başûrê bajarê Enxil ê Derayê komeke çekdaran gule li kesekî reşandin û ew kuşt.

SOHR’ê diyar kir ku li bajarokê Mezêrîb ê rojavayê Derayê jî 2 endamên hêzên ewlekariyê yên desthilata Şamê ji aliyê komeke çekdar ve hatin kuştin.

Li Sehil El Xab a Hemayê jî cenazeyê ciwanekî ji gundê El Eziziyê ku ji aliyê komeke çekdar ve hatibû revandin, hat dîtin.

Her wiha hate zanîn ku ji ber teqîna bermahiyên şer, li herêma Şola ya li başûrê Dêrazorê kesek û li bajarokê Tesîl ê li rojavayê Derayê kesek û 3 zarok hatin kuştin.

(bb)