Dewriyeyeke artêşa Îsraîlê derbasî Quneytîrayê bû

Dewriyeyeke artêşa Îsraîlê vê sibehê ket gundewarên Quneytîrayê.

Dewriyeyeke artêşa Îsraîlê derbasî Quneytîrayê bû
5 kanûn, 2025   14:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî SOHR’ê, dewriyeyeke artêşa Îsraîlê ket gundê Seyda Hanût ê Quneytîrayê.

SOHR’ê destnîşan kir ku dewriye çend saetan li gund maye, piştre vegeriyaye nuqteya xwe.

SOHR’ê her wiha ragihand ku duh êvarî jî tevgera dewriyeyên leşkerî yên Îsraîlê li herêma nêzî xeta agirbestê xuya bûn û di heman demê de bi obîsan gundewarên Quneytîra û Derayê topbaran kirin.

(bb)